Wezareta Pêşmerge:Êrîşa ser hêzên me bo têkdana aramiyê ye
Kurdistan 02:26 PM - 2026-03-22
PUKMEDIA
Logoya Wezareta Pêşmerge
Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku li navçeya
Çemçemal ya parêzgeha Silêmaniyê, li dijî baregeheke hêzên wan bi dronekê êrîş
hatiye kirin û di daxuyaniyekê de daxwaza rawestandina van êrîşên bêmaf kir.
Di daxuyaniya Wezareta Karûbarên Pêşmerge hatiye:
Şeva borî, komên
terrorist yên derveyî yasayê, di kiryareke din ya sabotajê de, bi droneke
bombekirî êrîşî baregeheke hêzên Pêşmerge li sînorên navçeya Çemçemalê kirin,em vê êrîşê bi tundî şermezar
dikin, ku armanc dike ewlehî û aramiya herêmê têk bidin.
Dubarebûna
van êrîşên terorîstî li ser baregehên Pêşmerge di demekê de tê ku rewşa herêmê
bi giştî di qonaxek hestyar û aloz re derbas dibe.
Dubare em
banga xwe li Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar yên Îraqê dikin ku dawî li van
êrîşên ne rewa yên li ser baregehên hêzên Pêşmerge bîne.
Wezareta
Pêşmerge
22ê Adara
2026an
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

