Li Qamîşlo li dijî êrîşên li ser Kurdan xwepêşandan

Kurdistan 10:01 PM - 2026-03-21
Xwepêşandan li Qamişlo AJANS

Xwepêşandan li Qamişlo

Rojavayê Kurdistanê

Penaberên Efrînî û bi sedan niştecihên din yên Qamîşlo îro di pîrozbahiyên Newrozê de li dijî êrîşên li ser malbatên Kurd li Efrîn û Helebê xwepêşandanek nerazîbûnê li dar xistin.

Bi sedan penaberên Efrînî û niştecihên din yên Qamîşlo li ber Navenda Çand û Huner ya Mihemed Şêxo kom bûn da ku li dijî êrîşên li ser malbatên Kurd û bêrûmetkirina sembola Kurd li Efrîn û Helebê nerazîbûnê nîşan bidin.

Xwepêşanderan dirûşmeyên wekî "Bijî Berxwedana Rojava" û "Em vê êrîşkariyê pesend nakin nakin" qîr kirin.

Îro di dema pîrozbahiyên newrozê de li Efrîn û Helebê êrîşî malbatên Kurd kirin û otombêlên wan hatin rûxandin sembolên Kurdî hatin bêrûmetkirin, û nijadperestiya li dijî Kurdan hate teşwîqkirin, ku bû sedema nerazîbûnên berfireh,penaberên ji Efrîn û niştecihên Hesekê îro berê xwe dan ber avahiya parêzgariyê li Hesekê.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

Dîmenek erdhejê

Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 Li Penama erdhejek bi hêz rû da

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket