Navê firokxaneya Silêmanî bû bi firokxaneya Celal Talebanî
Kurdistan 12:17 PM - 2026-03-19
PUKMEDIA
Firokxaneya Navneteweyî ya Celal Talebanî
Îro, roja Pêncşemê, Firokxaneya Navneteweyî ya
Silêmaniyê ji bo rêzgirtina li dîroka wê ya birûmet, bû Firokxaneya Navneteweyî
ya Celal Talebanî.
Di daxuyaniyekê de ku ji hêla PUKMEDIA ve bidestxistin , Firokxaneya Navneteweyî ya Silêmaniyê wiha got :Em
kêfxweş in ku radigihînin ku, piştî temamkirina hemî rêkarên navxweyî û
navneteweyî û biryara dawî ya Desteya Esmanî ya Sivîl ya Îraqê di 19ê Adara
2026an de, navê Firokxaneya Navneteweyî ya Silêmaniyê bo Firokxaneya Navneteweyî
ya Celal Talebanî hatiye guhertin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:Em spasiya hemû
kesên ku beşdarî pêkanîna vê biryarê bûne û beşdarî kirine dikin, ku ev pêngaveke
girîng bû ber bi pêkanîna vîzyona Saziya Serok Celal Talebanî ve,em spasiya
rayedarên peywendîdar dikin ji bo alîkariya wan di pêkanîna vê xebata mezin de,
ku hêjayî têkoşîn û mezinbûna navê Serok Celal Talebanî ye.
Firokxane wekî beşek ji saziyên girîng ên akademîk
û xizmetguzariyê, wekî zanîngeh û nexweşxane, ku ji hêla Serok Celal Talebanî
ve li Silêmaniyê hatine damezrandin, tê hejmartin, ku hîn jî şahidiyek zindî ya
mîrata wî ne.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev guhertin
ji bo balafirgehê girîng e, bûyerek dîrokî ye ku navê kesayetiyek dîrokî (Serok
Celal Talabanî) li xwe digire, ku me motîve dike ku em xizmeta we bikin, bi
taybetî bajarê Silêmaniyê, ku Mam Celal jê re digot:Bajarê Jiyanê".
Balyoz Dr. Mihemed Sabîr, serokê Saziya Serok Celal
Talebanî, berê ji PUKMEDIA re gotibû:Li ser daxwaza me, Serokwezîrê Hikûmeta
Federal guhertina navê Firokxaneya Navneteweyî ya Silêmaniyê bo Firokxaneya Navneteweyî
ya Celal Talebanî pejirand, projeyek ku em nêzîkî çar salan e li ser dixebitin.
Serokê Saziya Serok Celal Talebanî rave kir ku ev pêngav
nîşanek piçûk ya rêzgirtinê ye ji bo têkoşîn, qurbanî û hewldanên Serok Mam
Celal ji bo gelê Kurdistanê û gelê Îraqê bi giştî, û rêyek e ji bo nemirkirina
navê wî, mîna serok û rêberên din ên cîhanê.
Hêjayî gotinê ye ku kevirê bingehîn yê Firokxaneya Navneteweyî
ya Silêmaniyê di Mijdara 2003an de hatiye danîn, û di 20ê Tîrmeha 2005an de ji
hêla Serok Mam Celal ve hatiye vekirin,rûbera wê ya giştî nêzîkî 13.5 kîlometre
çargoşe ye.
Saziya Serok Celal Talebanî saziyeke çandî,
mirovî û neteweyî ye, ku di 28ê Îlona 2022an de hatiye ragihandin,ew ji bo
pêşvebirin, parastin û arşîvkirina jiyan û têkoşîna Serok Celal Talebanî kar
dike.
PUKEMEDIA - Exclusive
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

