Civata Koçberên Efrîn: Divê vegera Efrîniyan bê misogerkirin
Kurdistan 05:13 PM - 2026-03-18
ANHA
Civata Koçberên Efrîn û Şehba
Civata Koçberên Efrîn û Şehba bi boneya salvegera
8ˊemîn a dagirkirina Efrînê li Çerxerêya Efrîn a bajarê Qamişlo di daxuyaniyek de
got: Em bang li hikumeta demkî dikin ku çarenivîa kesên winda diyar bike, girtî
bên berdan û vegera xelkê Efrîne were misogerkirin.
Di daxuyaniyê de hate gotin: 8 sal e ku koçberên
Efrinê dûrî mal û milkên xwe ne, pinpêkirin her berdewam e û koçber dev ji mafê
vegerê naqerin 18'ê Adarê, salvegera 8'emîn e ku xelkê devera Efrînê dûrî malên
xwe ne.
Hate diyarkirin ku vegera li Efrînê mafekî mirovî
ye û bi demê re nakeve û hate gotin:Ji bo raya giştî û civaka navdewletî, her
wiha ji bo hemû kesên biwijdan, em tekez dikin ku bêdengiya li hember êșa gelê
Efrînê ne helwesteke bêalî ye, lê revîna ji berpirsiya mirovî ye,ya ku îro tê
xwestin, helwesteke zelal e ji bo vegereke ewle û birûmet misoger bibe, her
wiha ji bo ev êşa ku çend sal e berdewam e raweste.
Di dawiyê de bang li hikumeta demkî hate kirin ku çarenivîsa
wan kesên winda diyar bike û em banga wê yeke dikin ku girtî bên berdan û
vegera xelkê Efrîne ji bo malên wan were misogerkirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

