Ji ber lehiyê li Hesekê ziyan gihîştiye zêdetirî 200 malan
Kurdistan 11:51 AM - 2026-03-17
ANHA
Dîmenê lehiyê li hesekê
Li bajarên Hesekê,
Zirgan û Til Temirê ji ber barana zêde nêzî 200 mal ziyan dîtine û şaredariyên
gel û tîmên rewşên awarte karên xwe yên vekirina rêkan û rizgarkirina malbatên
ku asêmayî ne didomînin.
Şaredariyên Hesekê
û Til Temirê bi tevkaiya Asayîşê û tîmên rewşên awarte ragerên xetimî û pirên
li ser çeman paqij dikin û satirên axî bilind dikin daku malên nêzî çeman
biparêzin her wiha malbatên asêmayî dibin cihekî ewle.
Nûredîn Ehemd Parêzgerê
Hesekê û hin berpirsyar serdana deverên nêzî çemê Xabûrê yên ji ber lehiyê ziyan
dîtin, kirin û tîmên pispor araste kirin ku rêkarên parastina şêniyan xurt
bikin.
Rêveberê çavkaniyên
avê li Hesekê Ebdulezîz Emîn daxuyanî da dezgehên çapemeniyê agahî da ku rêjeya
ava çeman ji ber baranê zêde bûye û gur diherike her wiha hişyarî da ku gengaz
e di demjimêrên pêş de lehî rabe.
Ebdulezîz
Emîn got:Leza herikîna çemê Xabûr di demjimêrekê de 50 km derbas kiriye û
daxwaz ji malbatên nêzî qeraxên çemê Xabûr kir ku gengaz e lehî rabe û divê
tedbîrên xwe bigirin.
Ji ber rêjeya ava
çemê Xabûr bilind bûbû li rojavayê bajarê Til Temir riya navneteweyî M4 bin av
bû û ji ximzetê derket.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

