Bihayê petrola xav ji destpêka şer ve 40% zêde kiriye
Aborî 12:33 PM - 2026-03-16
AP
Petrol
Bihayê petrola Brent, nirxa cîhanî îro Duşemê 16ê Adara 2026an ngihîşte 106 dolar ji her bermîlekê, di nav raporên êrîşên din ên Îranê li ser welatên Kendavê û di demekê de ku pevçûn di navbera Dewletên Yekbûyî û Îsraîlê de û Îranê de kete hefteya xwe ya sêyemîn.
Bihayê petrola Brent 1,6% zêde bû û gihîşt 106,00 dolarî ji bo bermîlekê, ku ji destpêka pevçûnê di 28ê Şibatê de zêdebûnek berhevkirî ya 40% nîşan dide.
Petrola rojavayê Teksas ya Amerîkî, jî 1% zêde bû û gihîşt 98,88 dolarî ji bo bermîlekê. Li gorî Associated Press ji destpêka pevçûnê ve bi qasî 50% zêde bûye.
Her du nirxên din jî vê mehê ji 40% zêdetir zêde bûne û gihîştine asta herî bilind ji sala 2022an vir ve, piştî ku Tehran di bersiva êrîşên Amerîka û Îsraîlê yên li ser Îranê de sewqiyata bi rêya Tengava Hormuzê rawestand, û pênc ji dabînkirina petrolê ya cîhanî qut kir, di mezintirîn astengiya ku heta niha hatiye tomar kirin de.
Trump roja Yekşemê got ku ew ji welatên din dixwaze ku ji bo parastina vê korîdora enerjiyê ya girîng bibin alîkar, û da zanîn ku Washington bi çend welatan re li ser çavdêriya korîdorê di danûstandinan de ye.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

