Sûdanî:Êrîşên ser nûnerên dîplomatîk ji bo Îraqê metisîdarin
Îraq 12:40 AM - 2026-03-15
Wah
Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şeyah Sûdanî
Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şeyah
Sûdanî hişyarî da li ser berfirehbûna şer li herêmê û got ku ev gef nêzîk e,
binesazî û wuzeya welêt dixe xeterê û li ser êrîşên li ser nûnerên dîplomatîk
hişyarî da.
Sûdanî di daxuyaniyekê de got:Rewşa ewlehiyê ya herêmê ji ber operasyonên
leşkerî yên berdewam xirab dibe û dewlet tenê aliyê fermî yê welêt e ku biryarê
li ser şer dide.
Sûdanî got:Bombebarana hêzên hevpeymaniyê li Îraqê welêt dixe xetereyê, ji ber
vê yekê dewlet dê bi riya saziyên xwe yên destûrî hemû kesên têkildar bibîne,
ji ber ku ev kiryar nayên pesendkirin.
Erka dewletê ye ku pêşî li hemû rêbazên tundûtûjiyê bigire û dazanîn ku
hêzên ewlehiyê gelek êrîşên li dijî postên aborî û nûnerên dîplomatîk pûç
kirine.
Di dawiyê de, Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şeyah Sûdanî
bang li her kesî kir ku
piştgiriyê bidin aştiya civakî, ji tundûtûjî û tundrewiyê dûr bisekinin, ji bo
xurtkirina yekîtiya neteweyî bixebitin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

