Ji ber dorpêçê rewşa tenduristiyê li Kobanê xirabtir bûye
Kurdistan 11:47 AM - 2026-03-12
PUKMEDIA
Kobanê
Ji 20ê Çile ve, bajarê Kobanê di bin dorpêçeke tund de ye, ku ji ber kêmbûna kelûpel û alavên bijîşkî, krîza tenduristiyê ya li nexweşxaneyên wê, roj bi roj girantir dibe.
Li gel peymana 29ê Çile ya di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de, Kobanê ji wê rojê ve di bin dorpêçeke dijwar de ye. Ehmed Mehmûd, hevserokê desteya tenduristiyê ya bajêr, rewşa tenduristiyê ya di bin dorpêçê de vegot.
Mehmûd di daxuyaniyekê de ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê re rave kir ku dorpêça Kobanê pêncî roj in berdewam dike û got, Ji 20ê Çile ve Kobanê di bin dorpêçeke dijwar de ye. Di vê heyamê de tenê dermanên ku ji hêla hin rêxistinên mirovî ve hatine şandin ketine bajêr, û ew mîqdar jî kême û têrê nakin. Ji ber koçberbûna hemî niştecihên gundên derdora Kobanê ber bi navenda bajêr ve ji ber êrîşan, zext li ser nexweşxaneyên bajêr zêde bûye. Tenê Nexweşxaneya Kobanê rojane nêzîkî 800 nexweşan werdigire. Navendên tenduristiyê yên me yên li Celbelî, Kerk, Sirîn û Qedrî jî ji ber talankirin û êrîşên ku ji hêla komên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê ve têne kirin, ji erk derketine.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

