Kosret Resûl Elî: Erka partiyên Kurdî ye ku li hember xwîna şehîdan yek deng bin
Kurdistan 12:06 PM - 2026-03-11
PUKMEDIA
Kosret Resûl Elî
Li ser salvegera 35an a Serhildan û rizgarkirina Hewlêrê, Kosret Resûl Elî peyameke pîrozbahiyê arasteyî xelkê têkoşer û qehreman ê Hewlêrê dike û radigihîne: Îro ku em bîranîna wê roja dîrokî dikin, herêm di rewşeke dijwar re derbas dibe, li hember xwîna şehîdan, qurbanîdana têkoşeran û parastina ezmûna me, erkê li ser milê hêz û aliyên siyasî ye ku yekdeng bin. Divê bi ruhê wê roja Eniya Kurdistanî kar bikin ji bo parastina ezmûna me û berdewamîdana bi xebatê heta gihîştina bi xeyalên me yên herî dêrîn."
Ev naveroka peyamê ye:
35 salvegera serhildan û azadkirina Hewlêr, li tevehiya Kurdistaniyan û xelkê têkoşer û qehreman yên Hewlêrê pîroz dikim û hêvîdarim ku ev yad bibe xweşî û şadî ji gelê me reû bibe derfetek bo yekrêzî di navbera aliyên siyasî de.
Yek ji mezintirîn şanazî û serbilindî di jiyana min de ku 35 sal berî niha ku, çavdêriya rasterast a rizgarkirina Hewlêrê ji aliyê Eniya Kurdistanê ve li me hat spartin, ji Qasima Reş bi pilaneke hûr bi beşdariya rêxistinên veşartî, şaneyên çekdar, hêzên siyasî û gelê serhildanê yê Hewlêrê, em bi beşdariya rasterast a hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê gihîştin Hewlêrê û mil bi mil bi xelkê xwe yê Hewlêrê me karî Hewlêr pak bikre û hemû dezgeh û rêveberiyê Beisê kontrol bikin, bi serkeftî me pilanên xwe anîn cih û li ber qelaya kevnar me ahanga serkeftinê gerand.
Îro, dema ku em vê roja dîrokî bi bîr tînin, Herêm di rewşek dijwar re derbas dibe, erka hêz û partiyên siyasî ye ku li hember xwîna şehîdan û qurbanîdana têkoşeran bibin yek û ezmûna xwe biparêzin û bi ruhê Eniya Kurdistanê bixebitin da ku ezmûna xwe biparêzin û têkoşînê bidomînin.
Ez careke din salvegera serhildan û rizgarkirina Hewlêrê li her kesî pîroz dikim û rêz li şehîdên tevgera rizgariya Kurdistanê digirim.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

