Xaneqîn ji rêjîma Beis hat paqijkirin
Kurdistan 10:08 AM - 2026-03-11
PUKMEDIA
Serhildan
Yekîriya Nîştimanî ya Kurdistanê bi bernameyek hûr kar ji bo encamdana serhildanê li bajarê Xaneqîn`ê kir, Hêzên Pêşmerge û bi riya Artêşa Rizgariya Kurdistan`ê li bajaran amadekariyên baş kirin, karwana rizgarkirina Xaneqîn`ê bi fermandeya Elî Şamar hat pêkanîn û di demeke kêm de dikarîn bajêr ji dest rêjîmê rizgar bikin.
Mamosta Soran ku pêşmergeyê bê navber, li ser serhildana Xaneqîn`ê û avakirina karwanê rizgarkirina Xaneqînê got:Me wek Pêşmergeyên bê navber karwanê rizgarkirina Xaneqîn`ê pêk anî, ku ji van hevalan pêk dihat: Elî Şamar wek fermandar, Mamosta Soran, Hesen Cîhad, Îbrahîm Midhet, Selah Cûma, Yûsif Ezîz, Kerîm Rehman, Sebah Mewlûd, Kerîm Esker, Heqî Mihemed, Ednan Qadir, Husên Qasim û Barzan Çawşîn.
Di demek kurt de Hêzên Beis hatin têkşikandinHer weha aşkere kir ku, roja 07/03/1991 an li gundê Teperaş ya ser bi sînor û başûrê Bemo bi karwanê Derbendîxan, Kelar, Kifri û Dûz bi fermandariya Ferîdûn Ebdulqadir û Şêx Cefer em derketin rê û piştî em gihîtin Bawenûr hêzên dijmin reviyan,û roja din em gihiştin Kalar`ê û hat rizgarkirin, roja din hêzên me êrîşî Kifrî û Dûz kirin û hêzên me piştî nîvro di 10/03/1991 an de ber bi Xaneqîn`ê ve derketin rê û hêzên dijmin li Salih Axa têkşikand û ew reviyan, piştî nîvro 11/03/1991an me êrîşî Xaneqîn`ê kir û hêzên dijmin şikestin û di demeke kin de reviyan.
Pêşmerge û gel bi hevre cejna azadkirina bajêr pîroz kirinHesen Cîhad Emîn ku yek ji endamên karwanê rizgarkirina Xaneqîn`ê bû ragihand ku piştî rizgarkirina bajarê Xaneqînê, Pêşmerge û xelkê bajêr bi hevre karnavala azadkirina bajêr bi şahî vekirin, di nava çend demjimêran de hemû polîtîkayên ku ji bo rejîma berê ya Be`is dihatin plankirin hatin hilweşandin û bûn bi lbilqê li ser avê, Elî Şemar û hejmareke hindik pêşmergeyên bê westan yên bajar, Kelar, Derbendîxan û quntara Bemo karîn xwe bigihînin bajêr.
Bajar dîsa ket destê BeisBi sedema hêrişa hovane ya Be`is rizgarkirina Xaneqîn`ê gelekî dirêj kir û di wê derbarê de Mamosta Soran dibêje: Di roja duyemîn de hêzên dijmin bi piştgiriya helîkopter, top, rêjîm û mûşekên mezin ji gelek aliyan ve êrîşî Xaneqîn`ê kirin û bi awayekî hovane bajar topbaran kirin û di encamê de bi dehan kes kuştin.
Derbarê berevaniya Pêşmerge li bajêr amaje bi wê yekê dike ku, me karî heta demjimêr 4`ê êvarî bajêr biparêzin, lê ji ber hêza newekhev di navbera hêzên me û dijmin de, topbaran û ziyanên canî hatin ragihandin, em neçar man ji bajêr derkevin û ber bi gundê Miyexasê ve vekişin ji ber kêmbûna sivîl û cebilxane.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

