Ji Ebû Rênas bû şaneyên Brusk, em nêzîkî we ne, dest bi xebatê bikin
Kurdistan 09:46 AM - 2026-03-11
PUKMEDIA
Serhildana Hewlêrê
Piştî ku di 5’ê Adara 1991’an de li Raniye li dijî rejîma Be`is`ê serhildan dest pê kir û piştre Silêmanî û çend herêmên din hatin rizgarkirin, di 11’ê Adar`ê de Hewlêr bi serpereştiya Kosret Resûl Elî hate rizgarkirin û rejîma dagirker ji bajêr hate derxistin.
Kosret Resûl Elî: Hûn serbilind bûn ku hûn ji Hewlêr`ê bûn
Serhildan bi bangawaziya ( Ji bavê Rênas ya ji bo şaneyên çekdar yên Brûskê ya em nêzî we ne, çalakiyan li dar bixin) dest pê kir û di demeke kin de tevahiya Hewlêr û derdora wê ji destê saziyên zordar ên rejîma Baas hat rizgarkirin.
Kosret Resûl Elî ku serpereştiya hêzên serhildana Hewlêr`ê kir ş derbarê wê rojê got: Piştî azadkirina Şeqlawe, me biryar da ku di 11ê Adar`ê de Hewlêr were rizgarkirin, ji ber ku ew roj rojeke mezin ye di dîroka Kurd de rojeke mezin e.
Kosret Resûl Elî dibêje: Wê rojê gelê Kurd xwedî yek armanc û plan bû, saet di 06:00 bi şandina peyama ( Ji bavê Rênas ya ji bo şaneyên çekdar yên Brûskê ya em nêzî we ne, çalakiyan li dar bixin) de serhildana Hewlêrê dest pê kir û bajar hat rizgarkirin.
Hewlêr berê mezintirîn binkeya dezgehên Be`is bû, lewma azadkirina wê ne karekî hêsan bû, lê her kes şanaz bû ku ji Hewlêr`ê ye û destê wî di azadkirina bajêr de heye bi serkeftina wê xelkê Hewlêr`ê bi serkeftina xwe îspat kir ku Hewlêr bajarekî zindî ye û dê zindî bimîne û tu sitemkariyê pesend nake.
Hevdem digel 35 . ehemîm salroja Serhildana Hewlêrê, Kosret Resûl Elî peyameke pîrozbahiyê arasteyî xelkê têkoşer û qehreman ê Hewlêrê dike û radigihîne: Îro ku em bîranîna wê roja dîrokî dikin, herêm di rewşeke dijwar re derbas dibe, li hember xwîna şehîdan, qurbanîdana têkoşeran û parastina ezmûna me, erkê li ser milê hêz û aliyên siyasî ye ku yekdeng bin. Divê bi ruhê wê roja Eniya Kurdistanî kar bikin ji bo parastina ezmûna me û berdewamîdana bi xebatê heta gihîştina bi xeyalên me yên herî dêrîn."
Ev naveroka peyamê ye:
35 salvegera serhildan û azadkirina Hewlêr, li tevehiya Kurdistaniyan û xelkê têkoşer û qehreman yên Hewlêrê pîroz dikim û hêvîdarim ku ev yad bibe xweşî û şadî ji gelê me reû bibe derfetek bo yekrêzî di navbera aliyên siyasî de.
Yek ji mezintirîn şanazî û serbilindî di jiyana min de ku 35 sal berî niha ku, çavdêriya rasterast a rizgarkirina Hewlêrê ji aliyê Eniya Kurdistanê ve li me hat spartin, ji Qasima Reş bi pilaneke hûr bi beşdariya rêxistinên veşartî, şaneyên çekdar, hêzên siyasî û gelê serhildanê yê Hewlêrê, em bi beşdariya rasterast a hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê gihîştin Hewlêrê û mil bi mil bi xelkê xwe yê Hewlêrê me karî Hewlêr pak bikre û hemû dezgeh û rêveberiyê Beisê kontrol bikin, bi serkeftî me pilanên xwe anîn cih û li ber qelaya kevnar me ahanga serkeftinê gerand.
Îro, dema ku em vê roja dîrokî bi bîr tînin, Herêm di rewşek dijwar re derbas dibe, erka hêz û partiyên siyasî ye ku li hember xwîna şehîdan û qurbanîdana têkoşeran bibin yek û ezmûna xwe biparêzin û bi ruhê Eniya Kurdistanê bixebitin da ku ezmûna xwe biparêzin û têkoşînê bidomînin.
Ez careke din salvegera serhildan û rizgarkirina Hewlêrê li her kesî pîroz dikim û rêz li şehîdên tevgera rizgariya Kurdistanê digirim.
Derbarê serhildana Hewlêr`ê de jî Dr. Rêbwar Îsmayîl Endamê Serkirdayetiya Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistan`ê (YNK) û pêşmergeyekî dêrîn jî got:Rizgarkirina Şeqlawe ji aliyê Kosret Resûl Elî ve hatiye plankirin û ew bû ku roja 9’ê Adara 1991’an de azadkirina bajêr dest pê kir û Kosret Resûl nameyek ji Radyoya Gelî Kurdistan`ê re şand da ku çekdarên rejîmê dilgiran bike ku ragihand Şeqlawe hat azadkirin lê di rastiyê de Şeqlawe ne haibû azadkirin vê pilanê wusa kir ku moralê hêzên beramber bi temamî birûxe,hevdem ji ber wê peyamê hêzên rêjîmê li çendî qeza û navçeyên din xwe radest kirin û ew navçe jî hatin azadkirin.
Her weha got jî: Bernameya Kosret Resûl Elî ji bo azadkirina Şeqlawe wusa kir ku hêzên rejîmê kirine du beş û azadkirina Hewlêr`ê hêsan kiriye.
Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistan`ê (YNK) endezyarê serhildana mezin bû,di vê çarçoveyê de bajar ji rejîma Baas hat paqijkirin û ji saziyên zordar yên rejîma Be`is hat valakirin û çendîn çekdarên rêjîma Beis hatin kuştin û hejmarek din jî dîl hatoin girtin.
Di heman demê de di çarçoveya serhildana gelê Kurd ya sala 1991`an de, roja 09-03-1991`an de, xelkê Şeqlawe di bin plan û bernameya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û bi serpereştiya Kosret Resûl Elî li dijî zulma Beis ya herfî û serhildanê navçe ji rêjîmê paqij kir, vê yekê jî rê li ber serhildana Hewlêr`ê vekir û serkeftina serhildanê li wî bajarî misoger kir, lewra bajar di herî kurt de ji rêjîma Be`is hat paqijkirin û Eniya Kurdistanî jî bi serpreştiya rasterast ya Kosret Resûl Elî de li hemberî qelaya Hewlêr`ê ala serkeftinê hat ragihandin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Îraq girtiyên biyanî dişîne welatên wan
03:36 PM - 2026-08-23 -
Di erdheja li Japonê de zîdetirî 30 kes birîndar bûn
02:23 PM - 2026-08-23 -
Bi amadebûna Qubad Talebanî yekemîn banka cînî riwekan li Silêmaniyê tê vekirin
11:36 AM - 2026-08-23 -
Bîranîna fermandar Nazim Kerkûkî bilind hat ragirtin
09:17 AM - 2026-08-23
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 08:57 PM - 2026-08-23 Serok Bafil û Helbûsî: Çareserkirina pirsgirêkan bi rêya têgihiştin û bingehên destûrî
Alîkariya darayî ya hevpeymaniyê ya heyva Tîrmehê tê dabeşkirin
05:18 PM - 2026-08-23
Şeybanî:Peywendiyên navbera me û Îsraîlê niha qut bûne
03:55 PM - 2026-08-23
Hewla nûjenkirina perestgeha Eyn Dara û çend cihên din li Efrîn tê dayîn
02:47 PM - 2026-08-23
Qubad Talabanî: Banka cînî a Silêmaniyê yek ji projeyên herî girîng ên nîştimanî ye
01:18 PM - 2026-08-23
zortrin xwendraw
-
Hevxemiya Serok Bafil ji bo koça dawî ya birêz Feyzulah Heme Reş
YNK 03:12 PM - 2026-08-23 -
Şeybanî:Peywendiyên navbera me û Îsraîlê niha qut bûne
Cîhan 03:55 PM - 2026-08-23 -
Alîkariya darayî ya hevpeymaniyê ya heyva Tîrmehê tê dabeşkirin
Kurdistan 05:18 PM - 2026-08-23 -
Hewla nûjenkirina perestgeha Eyn Dara û çend cihên din li Efrîn tê dayîn
Kurdistan 02:47 PM - 2026-08-23 -
Îraq girtiyên biyanî dişîne welatên wan
Êraq 03:36 PM - 2026-08-23 -
Di erdheja li Japonê de zîdetirî 30 kes birîndar bûn
Cîhan 02:23 PM - 2026-08-23 -
Emcûmena Nûneran çend projeyasayan gotûbêj dike
Êraq 12:11 PM - 2026-08-23 -
Bi amadebûna Qubad Talebanî yekemîn banka cînî riwekan li Silêmaniyê tê vekirin
Kurdistan 11:36 AM - 2026-08-23



.jpg)
.jpg)

Aplîkêşin

