Parastina Sûriyê: Sîpan Hamo bû Cîgirê Wezîrê Parastinê
Kurdistan 10:05 PM - 2026-03-10
ANF
Sîpan Hamo Cîgirê Wezîrê Parastinê yê Sûriyê
Hikûmeta
demkî ya Sûriyê, Sîpan Hemo wek cîgirê wezîrê parastinê yê rojhilatê Sûriyê
destnîşan kir, li
şûna wezîrê parastinê, ew dê karûbarên leşkerî yên li rojhilatê Sûriyê birêve
bibe û bişopîne.
Ajansa
nûnçeyan ya Sana Asim Xelîon, rêveberê ragihandin û peywendiyan li Wezareta
Parastinê ya hikûmeta demkî ya Sûriyê, ragihand ku,Sîpan Hemo wek cîgirê wezîrê
parastinê yê rojhilatê Sûriyeyê hatiye destnîşankirin.
Ev biryar
wekî beşek ji pêkanîna bendên Rêkeftina 29ê Kanûna Pêşîn ya di navbera HSDê û
hikûmeta demkî de ji bo yekgirtina saziyan tê.
Sîpan
Hamo, damezrêner û fermandarê Hêzên Parastina Gel bû, posta wî ya nû ji aliyê
kirdarî vet ê wê wateyê,ku di Wezareta Parastinê de berpirsekî leşkerî yê
payebilind heye, ku li şûna wezîrê parastinê, berpirsiyarê birêvebirin û
şopandina karûbarên leşkerî li rojhilatê Sûriyê ye.
Herêma
rojhilat parêzgehên Heseke, Reqa û Dêra Zorê li xwe digire, ku di salên dawî de
di bin kontrol yan jî serdestiya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de bûn.
Erkên
pratîkî yên vê postê ev in:
- Çavdêriya rewşa leşkerî
ya li herêmê.
- Hevrêzkirina di navbera
Wezareta Parastinê û hêzên li rojhilatê welêt de.
Şopandina
operasyonên leşkerî û ewlehiyê.
- Mijûlbûn û hevrêzkirina
bi hêzên herêmî re.
- Birêvebirina pêvajoya têkelkirina
hêzên herêmî di nav artêşê de.
Birêvebirina
karûbarên ewlehî û leşkerî.
-
Çavdêrîkirina sînor û xalên kontrolê yên leşkerî.
-
Rêxistinkirina bicihkirin û belakirina hêzan.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

