Piştî Silêmanî xelkê deverên din yên Kurdistan`ê serî hildan

Kurdistan 09:17 AM - 2026-03-08
Serhildar PUKMEDIA

Serhildar

Serhildan

Piştî ku di  rojên 5, 6 û 7 yên Adar ya sala 1991 an de serhildan dest pê kir û herêmên ku serhildan ji destê rêjîma Be`isê hatin rizgarkirin, xelkê beşên din yên Kurdistanê jî serî hildan.

Îro 35. Salvegera serhildana girseyî ya 8ê Adara 1991ê ya xelkê leheng û çav netirs yên Çemçemal, Helebce, Erbet, Dukan, Zerayen, Simûd û kampên Nesir, Barîka, Pîremegrûn û Elayî li ser rejîma Be`isê ya ji navçûyî.

Ji aliyê welatiyên wan deveran ve rlkên serekî yên di navbera Silêmanî û Kerkûk û Beqûbe hatin kontrolkirin.

Her di wê  rojê de tevaya Rebayên ser Mamanda û Qeladizê daketin xwarê û readestî xelk û hêzên YNK’ê bûn.

Ji aliyeke din ve Hêzên Pêşmerge karîn Qelaya Sûse ku baregeheke leşkerî ya rejîma Be`isê bû, bigirin, û li dola Xelekan jî Pêşmerge û xelkê wê deverê ber bi Bendava Dukan`ê ve çûn û heta êvariya 8ê Adarê Qezaya Dukan û derdora wê bi temamî hatin rizgarkirin.

PUKMEDIA 

zêdetir tamaşe bike

Dîmenek erdhejê

Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 Li Penama erdhejek bi hêz rû da

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket