Silêmanî bi kodê 1760 dîktator ji nev bir
Kurdistan 09:46 AM - 2026-03-07
PUKMEDIA
Serhildana Silêmanî
(Ji Zimanko bo Azad
1760, hevalên xwe hişyar bikin ku di 7ê vê mehê de ahengê bikin, emê bigihîjin
we), ev koda amadekariyên ji bo hilweşandina rejîma Beisê li Silêmaniyê bû ku
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi riya Dengê Gelê Kurdistanê ji
Pêşmerge û şaneyên wê yên çekdar re şand.
Roja 07-03-1991an de,
Silêmanî yekem bajarê mezin bû ku li dijî dîktatoriya Beisê serî hilda û di nav
du rojan de teslîmî rejîma Beisê bû,ev serkeftin bi xwîna 121 şehîd û 45
birîndaran hate tomar kirin.
Di vê rojê de xelkê bajarê Silêmaniyê serdana mezarên şehîdan dikin ku canê xwe
feda kirine bo rizgar kirina gelê Kurdistanê ji gemariya desthilatdariya
şovenîst a rêjîma Sedam Husên.
Gelê Kurdistanê di 5’ê Adara 1991’an de li dijî rêjîma dîktatorê Sedam Husên
serî hilda, hêzên pêşmerge û gelê Kurdistanê destanên qehremanane nivîsandin ku
bû sedema azadkirina axa Kurdistanê ji qirêjiya Beisiyan.
Çirûska yekem a vê destanê di 5'ê Adara 1991'an de ji bajarê Raniyê yê girêdayî
parêzgeha Silêmaniyê hat avêtin.
Di rojên wiha de her sal gelê Kurdistanê vê dastana qehremanane bi bîr tînin ku
ji aliyê gelê bindest ve li dijî rêjîma herî diktator ku herî hovane zilm û
hovîtî li dijî gelê aştîxwaz yên Kurdistanê kir û ev rêjîm li ser singê gel zor
kiribû ji sê deh salan zêdetir e.
Di 5'ê Adara 1991'an de li bajarê Raniya yê girêdayî rêveberiya Raperînê
yekemîn çirûska serhildana lehengiya gelê Kurdistanê dest pê kir û qada
serhildanê berfireh bû û di 7'ê Adarê de gihişte bajarê Silêmaniyê. û ev bajar
tev rabû, ji ber ku xelkên wî karîbûn kontrola tam li ser dezgehên ewlekarîyê û
rêvebiriya tê de bi dest bixin, û reva endamên wê ji hêmanên rêjîmê yên ketî
piştî ku wê rûxiya li hember derbên bi êş yên Şervanên leheng ên serhildanê bi
ser wan de û bi vî awayî bajarê Silêmaniyê di 8ê Adara 1991ê de hat
rizgarkirin, di 11ê Adara 1991ê de ev çirûsk gihîşt Hewlêrê û karîbû bi temamî
tarîtiya ku li ser vî bajarî bû rakin weke hemû bajarên din ên Herêma Kurdistanê.
Paşê xelkê serhildanê bi lez û bez pêşveçûna xwe li ser rêya serketin û
rizgariyê berdewam kirin û çend bajarên din rizgarkirin: Duhok, Koye, Şeqlawe,
Helebce, Amêdî, Mexmûr, Zaxo, Agirî, Derbendîxan, Kelar, Çiwarte, Pêncwên, Seyîd
Sadiq û hemû navçeên Kurdistan bi dawî bû bajarê Kerkûkê ku di bîstê Adara
1991ê de azad kir û bi vî awayî qonaxa dawî ya vê rêwîtiya herheyî û
qehremanane bi dawî kir. bi serkeftineke eşkere bi dawî bû û tê de armancên
bilind ên ku serhildan ji bo wan hatibû destpêkirin, hatin bidestxistin.
Roja 8ê Adarê de,
hêzên serhildanê tevahiya bajarê Silêmaniyê kontrol kirin, ev serkeftina mezin
bi rijandina bi dehan şehîd û birîndaran hate tomar kirin ,di serhildana li
Silêmaniyê de 121 şehîd hatin dayîn ku di roja yekem de 73 şehîd û di roja
duyem de 48 şehîd, digel 45 pêşmergeyên birîndar, endamên şaneyên çekdar û
sivîl.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

