Derveya Amerîka: Zêdetir ji 20 hezar welatiyên xwe ji Rojhilata Navîn vegerand

Cîhan 10:43 PM - 2026-03-05
Vegerandina welatiyên Amerîkî PUKMEDIA

Vegerandina welatiyên Amerîkî

Amerîka

Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand ku ji ber rewşa awarte ya navçeyê, pêvajoyeke berfireh a vegerandina welatiyên xwe ji Rojhilata Navîn daye destpêkirin.
Li gorî agahiyan, ji dawiya meha Şibatê û vir ve nêzîkî 20 hezar welatiyên Amerîkayê ji Rojhilata Navîn vegeriyane welatê xwe. Wezaretê bi rênimaya Marco Rubio Wezîrê Derve, geştên asmanî yên taybet û veguhastina bejayî ji bo welatiyan peyda kiriye.
Her weha, formeke taybet bi rewşa awarte ji bo Amerîkiyan li 6 welatan hatiye aktîfkirin ku ew jî; Kuwêt, Behrên, Îmarat, Qeter, Erebistana Siûdî û Filistîn in. Tîmên Wezareta Derve şev û roj kar dikin û heta niha ji bo geştkirin û parastina silametiyê, rênamyî û alîkarî pêşkêşî zêdetirî 10 hezar kesan kirine.

PUKMEDIA 

zêdetir tamaşe bike

Dîmenek erdhejê

Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 Li Penama erdhejek bi hêz rû da

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket