Serok Bafil: YNK bi xwedîderketina li serhildana dîrokî serbilinde
Kurdistan 11:39 AM - 2026-03-05
PUKMEDIA
Bafil Celal Talebanî serokê YNK
Serok Bafil Celal Talebanî ji bo salvegera 35emîn a serhildana gelê Kurd peyamek şand û ragihand: Em di Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) de, endezyarên serhildanê ne, bi serbilindî hemû qehremanên ku şoreşa nû dest pê kirin û kêliyekê jî dev jê bernedan bi bîr tînin.
Naveroka peyamê:
Di 35emîn salvegera Raperîna mezin a gelê me de, pîrozbahiyên germ li yek bi yekê xelkê me yê ezîz dikim. Bi dolsozî li ber kêlên têkoşerên me serî ditewînim, û soz didim ku her dem li ser rêbaza wan ji bo xizmetkirin û parastina xelk û axa me berdewam bim.
Raperîn ku ji Ranyayê destpê kir, seretaya destpêk û serdemekî nû bû ji bo gelê me ku Yekîtî şanaziya xwedîderketina vê destkefta dîrokî bi dest xistiye.
Em wek Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ku endazyarê Raperînê ne, bi şanaziyê ve bîranîna hemû wan qehremanan dikin ku Şoreşa Nû vêxistine û bo demjimêrekê jî şer bi cih ne hêştin..
Di vê rojê de berpirsyariya me hemûyane ku bi hev re û bi ruhê niştimanî yê dûrî diruşman, gavan biavêjin bo çareserkirina kêşeyên me û yekdengî û yekgotariya gelê me ava bikin, her wiha hikûmetekê ava bikin ku xizmeta xelkê bike û di asta daxwaz û pêwîstiyan de be. Ez piştrast im ku ev baştirîn wefadarî ye bo xelkê me û qehremanên ku Raperîn kirin ye.
Di vê rewşa hesas û ne aram ya ku herêma me tê de derbas dibe, hemû hewla me bo parastina aramiya welat û dûrxistina aloziyane ji axa me.
Silav li giyanê pak ê şehîdên Raperînê û hemû şehîdên serbilind ên Kurdistanê, serbilindî bo xwediyên wan ên têkoşer.
Bafil Celal Talebanî
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

