Siyamend Efrînî digel Şêxê Êla Şemer û fermandarê Hêzên Senadîd civiya
Kurdistan 07:57 PM - 2026-02-26
ANHA
Civîna Siyamend Efrînî digel Şêxê Êla Şemer û fermandarê Hêzên Senadîd
Fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) Mehmûd Xelîl (Siyamend
Efrînî) tevî fermandarê Ewlekariya Hundirîn yê Parêzgeha Hesekê Merwan El Elî
bi Şêxê Êla Şemer ya Erebî Mani Himêdî El Deham û fermandarê leşkerî yê Hêzên
Senadîd Bender El Deham re civiya.
Fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) Mehmûd Xelîl (Siyamend
Efrînî) tevî fermandarê Hêzên
Ewlekariya Hundirîn serbaz Merwan El Elî serdana herêmên Til Hemîs, Til Birak û
gundewarê başûrê Cizîrê kir.
Di heman demê de, serdana gundê
Til Elo yê gundewarê bajarê Girkê Legê jî kirin, ku hevdîtin bi Şêxê Êla Şemer ya
Erebî Mani Himêdî El Deham El Hadî û fermandarê leşekrî yê Hêzên Senadîd Bender
Himêdî El Deham El Hadî re hat kirin.
Ev serdan di çarçoveya
bicihanîna bendên peymana navbera Hêzên Sûriye Demokrat (HSD) û hikumeta demkî
de û belavkirina Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji bo erkên xwe yên parastina ewlehî
û aramiyê pêk bînin, pêk hat.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

