Îlham Ehmed: Divê YE ji bo Kurdan bibe gerantor, Rohilat Efrîn: YPJ modeleke dikare jinan biparêze
Kurdistan 11:42 AM - 2026-02-26
bianet.
Hevseroka Fermangeha Peywendiyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed û Fermandara Giştî ya YPJê Rohilat Efrîn
Hevseroka Fermangeha
Peywendiyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed û endama
Fermandariya Giştî ya YPJê Rohilat Efrîn li Parlemana Ewropa ya
Brukselê daxwaz û rewşa Rojavayê Kurdistanê ji parlamenterên Ewropa re
vegotin.
Endama Koma Tifaqa
Pêşverû ya Sosyalîst û Demokratan (S&D) Evîn Încîr axaftina vekirinê ya
konferansê kir û diyar kir ku têkelbûna Hêzên Sûriye Demokrat di nav Hêzên Çekdar
yên Sûriyê de girînge, lê divê rêz ji mafên Kurdan re bê girtin.
Îlham Ehmed: Misogeriya destûrê li Sûriyê pêwîste
Îlham Ehmed dema ku
rewş û daxwazên Kurdên li Sûriyê vegot, û got:Pêwîste mafên Kurdan bi destûrî
werin misogerkirin û bal kişand ser têkoşîna Kurdan ya li dijî DAIŞê û diyar
kir ku ji bo Kurd di avakirina Sûriyeyeke nû de roleke xurttir bilîzin, li
bendê ne ku rêkeftina wan bêhtir piştgiriya wan bikin.
Îlham Ehmed destnîşan
kir ku hîn gefên DAIŞê berdewam in û di demên dawî de liv û tevgera wan hatiye
dîtin û got: Ji ber vê yekê, têkelbûna Hêzên Sûriye Demokrat di nav Hêzên Çekdar
yên Sûriyê de û bicihkirina leşkerî divê bi awayekî rast were kirin.
Derbarê sînorkirina du
saetan a perwerdehiya bi zimanê Kurdî de jî Îlham Ehmed got:Ew vê yekê pesend
nakin û destnîşan kir ku divê ev yek wekî mafekî bingehîn di destûrê de were
bicihkirin.
Îlham Ehmed :Divê Efrînî xwe birêve bibin
Îlham Ehmed anî ziman
ku derbarê vegera koçberên Efrîniyan de pirsgirêk hene û nêzîkî 50 hezar kesên
ji Efrîn hîna jî koçberin û got: pêwîste ewlehî û rêveberî ji hêla gelê Efrîn
ve bê meşandin lê di vî warî de hîn jî tu pêngav ne hatine avêtin.
Îlham Ehmed diyar kir
ku pêwîste Kurd di nav dewlet û wezaretan de cih bigirin û got: Li Rojava
pêdivî bi rêveberiyeke herêmî û ewlehiyê heye.
Îlham Ehmed: Divê YE ji bo Kurdan bibe gerantor
Îlham Ehmed bang li Yekîtiya
Ewropa kir û got: Ji bo pêşîgirtina komkujiyan, di hikûmeta Şamê de cih bigirin
û Kurd û gelên din di destûrê de werin naskirin, pêdivî bi gerantora li qadê
rewşê bişopîne heye.
Rohelat Efrîn:Pêwîste mafên jinan bi awayekî şênber werin parastin
Ji aliyê xwe ve
Fermandara Giştî ya yekîniyên Jin (YPJ) Rohilat Efrîn jî diyar kir ku di sîstema
heyî de herî zêde jin bêpar hatine hiştin û ew bi hişmendiyek e radîkal re
rûbirû ne û got: Nebûna misogeriyê metirsiya ku bi êrîşên nû re bimînin heye,
pêwîste pêwîste mafên jinan bi awayekî şênber werin parastin.
Rohilat Efrîn: YPJ modeleke ku dikare li her derê jinan biparêze
Rohilat Efrîn bi bîr
xist ku YPJ modeleke ku dikare li her derê jinan biparêze û wiha domand: metirsî
berdewam e, pêdivî bi gerantoriyê heye.
Rohilat Efrîn: Divê Yekîtiya Ewropa piştgiriyê bide YPJ
Rohilat Efrîn diyar
kir ku ger ev bibe, YPJ wê rola xwe di warên ewlehî û siyasî de bilîze û got: Divê
Yekîtiya Ewropayê jî piştgiriyê bide vê yekê.
Îlham Ehmed û Rohilat
Efrin jî pirsên parlamenterên beşdarî konferansê bûn bersivandin.
Îlham Ehmed:Ji ber dorpêçê rewşa mirovî ya Kobanê xirape.
Îlham Ehmed diyar kir
ku ji bo rakirina dorpêça li ser Kobanê danûstandin berdewam dikin û got ku
rewşa mirovî ya li Kobanê xirabe.
Rohilat Efrîn anî
ziman ku zanyariyên ku DAÎŞî ketine nav artêşê hene û diyar kir ku hebûna
DAÎŞiyên di kampan de hîna jî rê li ber gumanan vedikin.
Rohilat Efrîn:Metirsiyên DAIŞê berdewam e
Rohilat Efrîn
destnîşan kir ku gumanên li ser mafên Kurdan berdewam dikin û ji ber ku Kobanê
hîn di dopêçê de ye ev yek rê li ber fikaran vedike û got:Metirsiya DAIŞê
berdewam dike.
Îlham Ehmed: Ji bo parastina Kurdan pêdivî bi mekanîzmayekê heye
Îlham Ehmed aşkere kir
ku Parlamena Ewropa biryarek derxist ku dibêje divê Kurd werin parastin, lê ewê
bi kîjan mekanîzmayê werin parastin? Ji bo parastina Kurdan pêdivî bi
mekanîzmayekê heye. Li qadê dikarin komîsyonekê ava bikin, ew dikarin hem vê
pêvajoyê bişopînin û hem jî naskirina mafên Kurdan ya destûrî bişopînin.
Îlham Ehmed tevî
avaniyek demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye avakirin jî ji ber
Yekîtiya Ewropa wan venexwendiye, rexne kir.
Rohilat Efrîn: Li Şamê hikûmetek demkî hatiye avakirin lê Kurdan têde cih negirtiye
Rohilat Efrîn diyar
kir ku li Şamê hikûmetek demkî hatiye avakirin, lê Kurdan têde cih negirtin.
Rohilat Efrîn destnîşan kir ku her çiqaî wan
ji bo wezîrtiyê namzetek destnîşan kiriye jî, lê heta niha çi gavên fermî
nehatine avêtin û got:Di vê serdemê de berpirsiyariya herî mezin ew e ku xwedî
li Kurdan were derketin.
Îlham Ehmed: Pêdivî bi sîstemek nenavendî heye û
Îlham Ehmed: Pêdivî bi sîstemek nenavendî heye û me ev yek daxwaz kir, ev yek ne hat pesend kirin.
Îlham Ehmed anî ziman
ku eger peyman bi tevahî were bicihanîn wê rê li ber pêşveçûnek girîng veke û
derbarê sîstema dadweriyê jî got:Hîna jî zelaliyek tune ye, lê agahî hene ku
Şam dixwaze li ser bingeha şerîetê pergalek dadweriyê ava bike.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Îraq girtiyên biyanî dişîne welatên wan
03:36 PM - 2026-08-23 -
Di erdheja li Japonê de zîdetirî 30 kes birîndar bûn
02:23 PM - 2026-08-23 -
Bi amadebûna Qubad Talebanî yekemîn banka cînî riwekan li Silêmaniyê tê vekirin
11:36 AM - 2026-08-23 -
Bîranîna fermandar Nazim Kerkûkî bilind hat ragirtin
09:17 AM - 2026-08-23
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 08:57 PM - 2026-08-23 Serok Bafil û Helbûsî: Çareserkirina pirsgirêkan bi rêya têgihiştin û bingehên destûrî
Alîkariya darayî ya hevpeymaniyê ya heyva Tîrmehê tê dabeşkirin
05:18 PM - 2026-08-23
Şeybanî:Peywendiyên navbera me û Îsraîlê niha qut bûne
03:55 PM - 2026-08-23
Hewla nûjenkirina perestgeha Eyn Dara û çend cihên din li Efrîn tê dayîn
02:47 PM - 2026-08-23
Qubad Talabanî: Banka cînî a Silêmaniyê yek ji projeyên herî girîng ên nîştimanî ye
01:18 PM - 2026-08-23
zortrin xwendraw
-
Hevxemiya Serok Bafil ji bo koça dawî ya birêz Feyzulah Heme Reş
YNK 03:12 PM - 2026-08-23 -
Şeybanî:Peywendiyên navbera me û Îsraîlê niha qut bûne
Cîhan 03:55 PM - 2026-08-23 -
Alîkariya darayî ya hevpeymaniyê ya heyva Tîrmehê tê dabeşkirin
Kurdistan 05:18 PM - 2026-08-23 -
Hewla nûjenkirina perestgeha Eyn Dara û çend cihên din li Efrîn tê dayîn
Kurdistan 02:47 PM - 2026-08-23 -
Îraq girtiyên biyanî dişîne welatên wan
Êraq 03:36 PM - 2026-08-23 -
Di erdheja li Japonê de zîdetirî 30 kes birîndar bûn
Cîhan 02:23 PM - 2026-08-23 -
Emcûmena Nûneran çend projeyasayan gotûbêj dike
Êraq 12:11 PM - 2026-08-23 -
Bi amadebûna Qubad Talebanî yekemîn banka cînî riwekan li Silêmaniyê tê vekirin
Kurdistan 11:36 AM - 2026-08-23



.jpg)
.jpg)

Aplîkêşin

