Ji ber êrişan 72 hezar xwendekar li Kobanê ji xwendinê bê par in
Kurdistan 09:35 AM - 2026-02-26
Hawar News
Dîmenek ji xwendingehek Kobanî
Ji ber êrişên çekdarên
hikumeta demkî ya Sûriyê bi hezaran koçber ji malên xwe derketin li bajarê
Kobanê di xwendingehan û malan de bi cih bûn, ji ber wê 72 hezar xwendekar ji
mafên xwe yên xwendinê bê par mane.
Rêveberiya Giştî ya
Dibistanên bajarê Kobanê Ezîze Ismaîl ragihand ku Êrişên ku ji 6`ê Çileyê de li
her du taxên Kurdî yên Helebê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dest pê kirin, pêlên xwe
gihîşt bajarê Dêr Hafirê tevî ku Fermandariya Hêzên Sûriye Demokrat ragihandibû
ku wê ji rojavayî çemê Firatê vekişe, lê di 17`yê Çileyê de komên ser bi
hikumeta demkî ya Sûriyê dest bi êrişekê li ser bajarên weke Reqa, Tebqa,
Dêrezor û Hesekê kirin ku pêla van êrişan gihîşt bajarê Kobanê jî ku bajarê
Kobanê ji 20`ê Çileyê ve ji hemû aliyan ve di dorpêçê de ye.
Ezîze Ismaîl da
zanîn ku li asta kantona Firatê ku di nava xwe de Eyn Îsa, Sirîn, Çelebiyê,
Qinê û Şêran, gundewar û bajarokên girêdayî wan hene, bi giştî 72 hezar
xwendekarên Seretayî, Navîn û Amadeyî lê hebûn, di encama êrişan de 72 hezar
xwendekar ji xwendin û perwerdekirinê bê par man e.
Ezîze destnîşan kir
ku divê dorpêça li ser Kobanê were rakirin û got: Divê lihevkirinên di navbera
Hêzên Sûriye Demokrat (HSD) û hikumeta demkî Ya Sûriyê de biçe serî, daku aramî
û ewlehî li herêmê çêbibe, ji bo hemû koçber vegerin mal û milkên xwe û em
karibin xwendinge vebikin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

