Nirxê petrolê bilind bû

Aborî 10:01 AM - 2026-02-24
Petrol PUKMEDIA

Petrol

Petrol


Îro 24ê Şibata 2026an, bihayê neftê li bazarên cîhanê bilindbûnek bi xwe ve dît, bi vî rengî petrola Brênt bi 72.06 dolaran û petrola sivik a Têksasê bi 66.81 dolaran hatin firotin.

Bihayê bermîla xav a Brênt bi rêjeya 0.8% bilind bû û gihîşt 72 dolar û 4 sentan. Hevdem, petrola xav a Teksasê jî bi rêjeya 0.8% bihayê wê bilind bû û her bermîlek bi 66 dolar û 81 sentan bazar pê hate kirin.

Pisporên aboriyê balê dikşînin ser wê yekê ku nearamiya rewşa siyasî û zelalnebirîna biryarên bazirganî yên Washingtonê, bandoreke rasterast li ser bilindbûn û daketina bihayan di bazarên navdewletî de heye.



PUKMEDIA 

zêdetir tamaşe bike

Dîmenek erdhejê

Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 Li Penama erdhejek bi hêz rû da

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket