Serok Bafil li Bexdayê hewlên xwe ji bo hilbijartina serokkomar û pêkanîna hikûmetê zêde dike
Kurdistan 04:17 PM - 2026-02-22
PUKMEDIA
Bafil Celal Talebanî, Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
Bafil Celal Talebanî,
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), li Bexdayê bi alî û serkirdeyên Îraqê
re zincîrek civînên girîng encam de, û li ser guhertin û pêşketinên siyasî gotûbêj kirin, di heman demê de
tekezî li ser rakirina astengiyên li pêşiya pêvajoya siyasî û hewldanên ji bo
hilbijartina serokkomar û pêkanîna hikûmeteke xizmetguzariyê kirin.
Serok Bafil û Serokê Eniya Tirkmenî: Pêkanîna hikûmeteke bi bandor garantiya aramiyê ye
Bafil Celal Talebanî,
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Mihemed Seman Axa, Serokê Eniya
Tirkmen ya Îraqê, li Bexdayê civiyan û her du alî li hev kirin ku hilbijartina
serokkomar û pêkanîna hikûmeteke bi bandor girîng e,ku hilbijartina
serokkomar û pêkanîna hikûmeteke bi bandor dê li Îraqê aramiyê misoger bike.
Serok Bafil û Nûrî Malikî: Divê astengiyên li pêşiya pêvajoya siyasî werin rakirin
Bafil Celal Talebanî,
serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), li Bexdayê bi Nûrî Malikî,
serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa re civiya daku li ser pêşketinên siyasî gotûbêj
hate kirin, her wiha wan tekezî li ser pêwîstiya pabendbûna bi prensîbên
destûrê û yekkirina hewildanan ji bo rakirina astengiyên li pêşiya pêvajoya
siyasî û lezandina pêngavên hilbijartina serokkomar û pêkanîna hikûmeteke bihêz
û xizmetguzar kirin.
Serok Bafil û Xezelî: Divê hewl ji bo hilbijartina serokomar û pêkanîna hikûmetê werin zêdekirin
Bafil Celal Talebanî,
serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), li Bexdayê bi Qeys El Xezelî,
sekreterê giştî yê Tevgera Ehlê Heq re civiya û gotûbêj li ser pêşketinên dawî
yên di avakirina hikûmeta nû ya Îraqê hate kirin, herdu aliyan girîngiya zêdekirina hewldanên ji
bo hilbijartina serokkomar û pêkanîna hikûmetê tekez kirin.
Serok Bafil û Helbûsî: Divê hikûmeta nû xizmeta welatiyan bike
Di serdana xwe ya
Bexdayê de, Bafil Celal Talebanî, Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
(YNK), bi Mihemed Helbûsî, Serokê Partiya Teqedum re civiya û tekezî li ser
pêwîstiya hilbijartina serokkomar û pêkanîna hikûmeteke nû kir ku bikaribe
aramiya Îraqê biparêze û xizmeta hemû welatiyan bike.
Serok Bafil û Hadî Amirî: Astengiyên li pêşiya hilbijartinên serokatiyê derbas bikin
Di vê navberê de, li
Bexdayê, Bafel Celal Talebanî, serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK),
bi Hadî Amirî, Serokê Hevpeymaniya Fetih re civiya û wan girîng dît ku
civîneke Civata Nûneran ji bo hilbijartina serok û zêdekirina hewldanên ji bo
derbaskirina pirsgirêk û astengiyan were lidarxistin.
Serok Bafîl û Sûdanî tekezî li ser hewldanên ji bo pêkanîna hikûmetek xizmetguzar dikin
Li Bexdayê, Bafil
Celal Talebanî, Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), bi Serokwezîrê Îraqê
Mihemed Şeyah Sûdanî re civiya û wan tekezî li ser pêwîstiya hevkariyê û berdewamiya
diyaloga neteweyî û yekbûna nêrînan ji bo bicihanîna mafên destûrî di çarçoveya
parastina berjewendiyên neteweyî yên bilind de kirin.
Serok Bafil: YNK ji bo xizmetkirina gel kar dike
Hevdem, Bafil Celal Talebanî, Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya
Kurdistanê (YNK), li Bexdayê pêşwazî li Seyîd Emmar Hekîm, Serokê Tevgera Hikme
kir û girîngiya berdewamiya diyaloga nîştimanî ya di navbera aliyan de tekez
kir û ragihand ku,Yekîtiya Niştîmanî
ya Kurdistanê (YNK) ji bo xurtkirina giyanê yekîtîyê û xizmetkirina gelê me yê xweşewîst
kar dike, di heman demê de amadebûna YNKê ji bo civîna Civata Nûneran ya ji bo
hilbijartina serokkomar û temamkirina rêkarên destûrî tekez kir.
Serok Bafil û Reyan Keldanî tekezî li ser parastina aramiya welat kirin
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî li Bexdayê pêşwaziya Sekreterê Giştî yê Tevgera Babiliyon Reyan Keldanî kir.
Di civînê de rewşa siyasî ya Îraq û herêmê hate gotûbêjkirin û tekez li ser pêwîstiya parastina aramiya welêt hate kirin.
Herdu aliyan tekezî li ser temamkirina rêkarên destûrî ji bo hilbijartina serokkomar û pêkanîna hikûmetek bihêz kirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Îraq girtiyên biyanî dişîne welatên wan
03:36 PM - 2026-08-23 -
Di erdheja li Japonê de zîdetirî 30 kes birîndar bûn
02:23 PM - 2026-08-23 -
Bi amadebûna Qubad Talebanî yekemîn banka cînî riwekan li Silêmaniyê tê vekirin
11:36 AM - 2026-08-23 -
Bîranîna fermandar Nazim Kerkûkî bilind hat ragirtin
09:17 AM - 2026-08-23
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 08:57 PM - 2026-08-23 Serok Bafil û Helbûsî: Çareserkirina pirsgirêkan bi rêya têgihiştin û bingehên destûrî
Alîkariya darayî ya hevpeymaniyê ya heyva Tîrmehê tê dabeşkirin
05:18 PM - 2026-08-23
Şeybanî:Peywendiyên navbera me û Îsraîlê niha qut bûne
03:55 PM - 2026-08-23
Hewla nûjenkirina perestgeha Eyn Dara û çend cihên din li Efrîn tê dayîn
02:47 PM - 2026-08-23
Qubad Talabanî: Banka cînî a Silêmaniyê yek ji projeyên herî girîng ên nîştimanî ye
01:18 PM - 2026-08-23
zortrin xwendraw
-
Hevxemiya Serok Bafil ji bo koça dawî ya birêz Feyzulah Heme Reş
YNK 03:12 PM - 2026-08-23 -
Şeybanî:Peywendiyên navbera me û Îsraîlê niha qut bûne
Cîhan 03:55 PM - 2026-08-23 -
Alîkariya darayî ya hevpeymaniyê ya heyva Tîrmehê tê dabeşkirin
Kurdistan 05:18 PM - 2026-08-23 -
Hewla nûjenkirina perestgeha Eyn Dara û çend cihên din li Efrîn tê dayîn
Kurdistan 02:47 PM - 2026-08-23 -
Îraq girtiyên biyanî dişîne welatên wan
Êraq 03:36 PM - 2026-08-23 -
Di erdheja li Japonê de zîdetirî 30 kes birîndar bûn
Cîhan 02:23 PM - 2026-08-23 -
Emcûmena Nûneran çend projeyasayan gotûbêj dike
Êraq 12:11 PM - 2026-08-23 -
Bi amadebûna Qubad Talebanî yekemîn banka cînî riwekan li Silêmaniyê tê vekirin
Kurdistan 11:36 AM - 2026-08-23



.jpg)
.jpg)

Aplîkêşin

