Herêm û Amerîka pêvajoya çaksaziya Pêşmerge gotûbêj dikin
Kurdistan 12:52 PM - 2026-02-18
Nivîsingeha Ragihandina Şêx Cefer Şêx Mistefa
Herêm û Amerîka pêvajoya çaksaziya Pêşmerge gotûbêj dikin
Li Serokatiya Hikûmeta
Herêma Kurdistanê gerek e din ya civînên hevbeş di navbera berpirsên saziyên
peywendîdar yên Herêma Kurdistanê û şandeyeke dîplomatîk û leşkerî ya Amerîkî
de ji bo gotûbêjkirina pêvajoya çaksazî û yekgirtina hêzên Pêşmerge bi rêve çû.
Di gotûbêjan de, ku ji aliyê Birêz Şêx Cefer Şêx Mistefa, Cîgirê Serokê
Herêma Kurdistanê û Xanim Wendy Green, Konsula Giştî ya Amerîkayê li Herêma
Kurdistanê ve hatin birêvebirin, girîngiya serkeftina pêvajoya çaksaziya hêzên
Pêşmerge hate destnîşankirin.
Di civînê de her wiha pêngavên hevbeş ji bo lezandina pêvajoyê û
çareserkirina astengiyên li pêşiya wê hatin piştrastkirin û li ser
berfirehkirina hemahengiya û hevkariyê
di navbera her du aliyan de nêrîn hatin parvekirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

