Qubad Talebanî: Min cara sêyemîn serdana Çemçemalê kir
Kurdistan 09:39 PM - 2026-02-15
Nivîsingeha Ragihandina Qubad Talebanî
Wêneyek ji civînê
Qubad Talebanî got: Îro cara sêyemîn e min serdana Çemçemalê kir, ji nêz
ve şopand ka çawa pêvajoya qerebûkirinê tê cî bi cîkirin, û digel
endamên Komîsyona Alîkarî û Vejînandina Çemçemal û Burda Çavdêriyê civiyam,li
gorî wê yekê komîsyonê mînakek serkeftî ya xizmetkirina xelkê Çemçemalê pêşkêş
kiriye, me biryar da ku endamên vê komîteyê dê bi navekî din xizmeta xelkê
herêmê bidomînin û me biryar daku ew pereyê mayî dê ji bo cî bi cîkirina
projeyên xizmetguzariyê li herêmê were xerckirin.
Qubad Talebanî ragihand ku her wekî me soz da ku qurbaniyên lehiyê yên
navçeya Çemçemal û Şoreşê û xelkê herêmê bi tenê nahêlin û heta dawiyê û qerebû
ji bo hemû qurbaniyan dê bi wan re bimînin, îro min cara sêyemîn serdana
Çemçemalê kir û pêkanîna pêvajoya qerebûkirinê ji nêz ve şopand û bi endamên
Komîsyona Alîkarî û Vejînê ya Çemçemalê û Burda Çavdêriyê re civiyam.
Wî her wiha amaje bi wê yekê jî kir ku ez wê wekî derfetekê dibînim ku
spasiya gelê Kurdistanê, weberhêner, sermayedar û dezgehên medyayî bikim ku bi
hestek neteweyî û mirovî ya bilind beşdarî alîkarî û qerebûkirina qurbaniyan
bûn, her wiha dixwazim spasiya endamên Komîsyona Alîkarî û Vejînandinê bikim ji
bo ku erkên xwe bi serkeftî bi cih anîn û hêviyên gelê me yê hêja pêk anîn û spasên
taybet ji endamên Burda Çavdêriyê û hemû kesayetiyên pêbawer yên Çemçemalê re
ku ji nêz ve şopandina cî bi cîkirina pêvajoya qerebûkirinê kirin û şefafiyeta
pêvajoyê gerantî kirin.
Her weha aşkere kir ku her çend pêvajoya qerebûkirinê temam bûbe jî, lê
ji ber ku komîsyonê mînakek serkeftî ya xizmetkirina xelkê Çemçemalê pêşkêş
kiriye, me biryar da ku endamên vê komîteyê dê bi navekî din xizmeta xelkê
herêmê bidomînin û bibin navbeynkarên navbera gel û aliyên peywendîdar ji bo
çareserkirina pirsgirêkên xizmetguzariyê.
Qubad Talebanî got: Me biryar da ku pereyê mayî di bin çavdêriya endamên
komîteyê û di bin çavdêriya endamên burda çavdêriyê û kesayetiyên pêbawer yên
Çemçemalê de xerc bikin, ji bo cî bi cîkirina projeyên xizmetguzariyê li
herêmê were xerckirin û dû re ji bo ku her kes piştrast bibe, divê encam bi
zelaliyeke herî zêde ji raya giştî re werin eşkerekirin.
Qubad Talebanî got: Ez ji bo xelkê Çemçemalê piştrast dikim, di vê
qonaxê de, pêşîniya min temamkirina projeya avê ya stratejîk a Goptepe ye,ji
bo vê armancê, em hemû hewlên xwe didin ku di zûtirîn dem de temam bikin û
pirsgirêka ava Çemçemalê bi carekê ve çareser bikin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

