Li kampa Holê alozî zêdetir dibin, revîne malbatên ji kampê zêde dibin
Kurdistan 01:13 PM - 2026-02-15
PUKMEDIA
Kampa Holê
Rewengeha Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku ev çend caran
koçber û penaber ji kampa el-Hol li gundewarê Hesekê reviyane bêyî qeydkirineke
fermî û bêyî çavdêrî an çopandinek ji alîyê dezgehên hikûmeta demkî ve.
Di daxuyaniyekê de, Rewengehê got: Ji dema ku hêzên ewlehîyê
yên hikûmeta demkî berpirsiyariya parastin û ewlekirina wê girtine ser xwe,
kamp gelek caran rastî aloziyan hatiye. Li gorî agahiyên herêmî, malbat bi
xizmên xwe yên li derveyî kampê re hevahengî dikin da ku revîna wan hêsan
bikin. Her wiha tê bawerkirin ku hin ji wan ji bo hêsankirina derketina wan
pere didin qaçaxçiyan. Ev yek hevdeme bi lawaziya rewşa ewlehîyê li deverên ku
ji alîyê hêzên hikûmeta demkî ve li rojhilatê Firatê têne kontrol kirin nîşan
dide.
Di çarçoveyeke têkildar de, Komîseriya Bilind a Penaberan a
Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) îro Şemiyê ragihand ku xizmetên ji kampa El-Hol re
hatine dayîn rawestiyane, ji ber rageşiya ewlehiyê ya li ber deriyê sereke yê
kampê û xwepêşandaneke niştecihên kampê ku bi keviran ber bi hin kesan û
avahiya UNHCR ve çû, û daxwaza derketina bê astengî ji wê kir.
Rewngeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê berê di 13ê Şibatê de, revandina
bi dehan malbatên girêdayî rêxistina terorîst a DAIŞê ji kampa Holê ragihandibû.
Di derbarê hejmara rastîn a kesên ku ji kampê reviyane tu
agahiyên piştrastkirî tune ne.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

