Vekişîna Hevpeymaniya Navdewletî ji baregeha Şedadê û nûçeyên derbarê teqandina wê heye
Cîhan 08:09 PM - 2026-02-05
PUKMEDIA
Alavên Amerîkî
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku karwanekî
Hevpeymaniya Navdewletî ji baregeha xwe ya li bajarokê Şedadê yê li başûrê
Hesekê ber bi sînorê Îraqê ve derketiye, li wir bingeh hatiye valakirin û
girtin. Rewangehê da zanîn ku ji sibê ve, roja Pêncşemê 5/2/2026an, dengê
teqînên bi hêz li gundewarê başûrê Hesekê hatiye bihîstin. Di heman demê de
SOHRê ji zarê hinek jêderan veguhast ku hêzên Hevpeymaniya Navdewletî beriya ku
ji cihê xwe derkevin, bingeha xwe ya li bajarokê Şedadê teqandine, ev yek jî
hevdemî firîna balafirên şer li esmanê herêmê bû.
Di 2yê vê mehê de (Şibatê), hêzên Hevpeymaniya Navdewletî
dest bi gavên pratîkî yên vekişîneke hêdî-hêdî ji bingehên xwe yên li ser axa
Sûriyê kirin, ev pêşketineke balkêş e ku guhertinên lezgin ên meydanî û siyasî
li herêmê nîşan dide.
Rewangehê eşkere kir ku hêzên Hevpeymaniyê, di demjimêr û
rojên borî de, dest bi valakirina kelûpelên serbazî û lojîstîk ji hejmarek
bingehên xwe yên serekî kirine, ku bingeha "Tenef" a li sêgoşeya
sînorê Sûriye-Îraq-Urdunê di serî de ye. Li wir ala û amûrên serbazî hatin
kişandin û beşek ji endaman ber bi axa Urdunê ve hatin veguhastin, tevî
tedbîrên ewlehiyê yên tund.
Di heman çarçoveyê de, karwanekî serbazî yê mezin ê hêzên
Hevpeymaniyê ji bingeha "Xerab El-Cîr" a li devera Rimêlan a
gundewarê Hesekê derket û di ser dergeha sînorî ya El-Welîd re ber bi Îraqê ve
çû. Karwan ji bi dehan barhilgirên tije amûrên serbazî, wesayîtên zirhî û
tankên sotemeniyê pêk dihat, ku wesayîtên zirxî yên serbazî û helîkopterên
Hevpeymaniyê ji bo parastina xeta vekişînê bi wan re bûn.
Rewangehê derketina nêzîkî 100 barhilgirên ser bi hêzên
Hevpeymaniyê ku berê ketibûn bingeha Xerab El-Cîr, ber bi Herêma Kurdistanê ve şopandibû
û paşê dîsa vegeriyan, ev nîşaneke zelale li ser lezbûna hilweşandina
binesaziya lojîstîk a bingehên leşkerî.
Li gorî jêderan, şêwazê van tevgeran nîşan dide ku vekişîn
ne tenê bi şiklekî formal an sînordar e, lê di çarçoveya planeke birêkûpêk de
ye ji bo ji nû ve belavkirina hêzan û kêmkirina hebûna leşkerî di hundurê
Sûriyeyê de, wek amadekariyek ji bo egerên berferehtir di qonaxa bê de.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

