Hêzên Amerîkayê li Sûriyeyê êrişî terorîstên DAIŞê kirin
Cîhan 09:39 PM - 2026-02-04
PUKMEDIA
Balafira Hevpeymaniyê
Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM), di navbera 27ê
Kanûna Paşîn û 2yê Sibatê de, li seranserê Sûriyeyê li dijî gelek armancên
DAIŞê pênc êrişên ezmanî pêkanîn, di vê navberê de hêzên hevkar zextên leşkerî
didomînin da ku têkçûna herî dawî ya tora terorîst misoger bikin.
Hêzên CENTCOMê, navendeke ragihandinê ya DAIŞê, xaleke
lojîstîk a girîng û depoyên çekan rûxandin.
Amîral Brad Cooper, Fermandarê CENTCOMê got: Bordûmankirina
van armancan nîşaneya baldarî û biryardariya me ya berdewame ji bo rêgirtina li
vegera DAIŞê li Sûriyeyê. Her wiha anî ziman: Karê bi hevrêziya hêzên
koalîsyonê û hêzên hevkar re ji bo misogerkirina têkçûna mayînde ya DAIŞê,
Amerîka, herêm û cîhanê ewletir dike.
Hêzên Amerîkayê û hêzên hevkar, di bersiva êrişa 13ê Kanûna
Pêşîn a par ku li Tedmûrê li dijî hêzên Amerîkî û Sûrî pêk hatibû de,
operasyona "Çavê Baz" dan destpêkirin. Di kemîna DAIŞê de du leşkerên
Amerîkî û wergêrekî Amerîkî hatibûn kuştin.
Piştî nêzîkî du mehên operasyonên taybet, zêdetirî 50
terorîstên DAIŞê hatin jinav birin an jî girtin. Hêzên CENTCOMê di 16ê Kanûna
Paşîn de, di êrişekê de li bakurê rojavayê Sûriyeyê, Bîlal Hesen el-Casim kuşt.
Ev fermandarê terorîst rasterast bi wî çekdarê DAIŞê yê berpirsê êrişa 13ê
Kanûna Pêşîn re di têkiliyê de bû.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

