Dr. Yad Neqşbendî: Di îsal de 478 rewşên nû yên penceşêrê hatine tomar kirin
Kurdistan 10:49 AM - 2026-02-04Dr.Yad Neqşbendî
Rêveberê Giştî yê Nexweşxaneya Hîwa di Roja Cîhanî ya Penceşêrê de ragihand: Di
meha çile ya îsal de 478 rewşên nû yên penceşêrê hatine tomarkirin ku 285 ji
wan di beşa nexweşiyên xwînê yên ne-penceşêrî de hatine tespîtkirin.
Dr. Yad Neqişbendî, Rêveberê Giştî yê Nexweşxaneya Hîwa, di
konferanseke rojnamevaniyê de ragihand: Di meha çile ya îsal de 478 rewşên nû
yên penceşêrê hatine tomarkirin ku 285 ji wan di beşa nexweşiyên xwînê yên
ne-penceşêrî de hatine tespîtkirin.
Her wiha diyar kir: Di niha de avahiya me ne li gorî
şayesteya nexweşên me ye û tu baxçe û parkek tê de nîn in. Lewma daxwaz dikim
ku Wezareta Tenduristiyê û Encumena Wezîran di îsal de biryara avakirina
Nexweşxaneya Hîwa ya Mezin bidin û kevirê bingeha wê deynin. Di heman demê de,
pêdiviya me bi vekirina navendeke tespîtkirina nexweşiya penceşêrê heye da ku
em nexweşiyê di qonaxeke destpêkê de nas bikin, bi vî awayî dermankirin û
başbûna nexweşan hêsantir dibe. Ez hêvî dikim ku her du projeyên me di zûtirîn
dem de werin cîbicîkirin.
Rêveberê Giştî yê Nexweşxaneya Hîwa spasiya hemû karmendên
nexweşxaneyê û bi taybetî xwebexşan kir ku bi dilsozî û wek hevparên xema
nexweşan xebatê dikin. Her wiha Roja Cîhanî ya Penceşêrê li nexweşan pîroz kir
û got: "Ez kêfxweş im ku nexweşan bi tenduristiyeke baş dibînim. Ew peyama
wê yekê ne ku penceşêr ne wekî mirinê ye. Ez hêvî dikim di sala nû de bi
hevkariya Wezareta Tenduristiyê û aliyên peywendîdar ên Hikûmeta Herêma
Kurdistanê, em kêmasiyên xwe çareser bikin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

