Rewşa koçberên li Kobanê ne aram e û pêdiviya wan bi alîkariyê heye
Kurdistan 10:18 AM - 2026-02-01
PUKMEDIA
Kobanê
Penaberên li bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê, di 70 navendên ku têde
bicih bûne de dijîn, ku dibistan, mizgeft, baxçeyên zarokan, hol û dikanên vala
ne, lê ev navend hîn jî ji bo hejmara mezin a penaberan têrê nakin, di heman
demê de bang tên kirin ku dorpêça berdewam a li ser zêdetirî 600,000 niştecih û
penaberên li bajêr were rakirin.
Ehmed Xoce, hevserokê Komîteya Karûbarên Civakî li Kantona
Firatê, got: Rewşa koçberan pir xirabe û Kobanك di bin dorpêçeke tund a komên çekdar ên
girêdayî hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de ye.
Got jî Kobanê 14 roj in di bin dorpêçeke dijwar de ye û ji
ber êrîşên komên çekdar mirov ji her deverê koçberî wir bûne.
Kobanê niha di bin zexteke mezin de ye, penaberên ji Reqa û
Tebqayê, û her weha niştecihên taxên Şêx Meqsûd û Grê Spî, ku berê di kampa Til
Samanê de bûn, koçî vî bajarî bûne.
Xoca got, Malbatên Kobanê pêşwaziya penaberên ku hatine
bajêr kirine, ji ber vê yekê her malbatek çar heta pênc malbat di malên xwe de
bi cih kiriye, ji bo koçberan cîh têrê nake, ji ber vê yekê nêzîkî 70 cih li
dibistan, mizgeft, baxçeyên zarokan, holên ahangan û dikanên vala hatine
vekirin, lê dîsa jî têrê nakin.
Wî tekez kir ku tevî dorpêçkirin û herikîna penaberan, heta
niha alîkariya xwarinê negihîştiye. Maje bi wê jî kir ku li wir sotemenî, şîr û
derman tune. Her tişt, heta şîrê zarokên sewa jî, li sûkan peyda nabe. Dikanên
li Kobanê ji ber dorpêçê bê kelûpel in.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

