Senatorê Amerîkî daxwaza piştgiriya Kurdên li Sûriyê dike
Kurdistan 11:35 AM - 2026-01-28
Ajans
Senatorekî Amerîkî Lindsey Graham
Senatorekî Amerîkî roja Çarşemê banga piştgiriyê ji bo
Kurdên li Sûrîyê û ji bo bidestxistina aştiyê li Rojhilata Navîn kir.
Senatorê Demokrat Chris Coons li X got: Hevpeymanên me yên
Kurd li Sûriyê her gav di nav hevkarên me yên herî bibandor de di şerê li dijî
DAIŞê de bûn. Divê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê piştgiriya hevkarên xwe yên
Kurd di lêgerîna me ya aştiyê li Rojhilata Navîn de berdewam bike.
Ji alîyê xwe ve, Sînetorê Komarî Lindsey Graham, hevalbendê
nêzîk ê Serokê Amerîkayê Donald Trump, nîgeranîya xwe ya kûr li ser rewşa xirab
a li Sûrîyê anî ziman û hişyarî da ku Kurd bi gefên cidî re rû bi rû ne.
Di postekê de li ser heman malperê, Graham girîngiya
stratejîk a hêzên Kurdî tekez kir û wan wekî "hevpeymanekî sereke di
têkbirina xîlafeta DAIŞê de" bi nav kir. Wî hişyarî da ku destberdana ji
kurdan wê ji bo navûdeng û berjewendîyên ewlehîya neteweyî ya Amerîkayê karesatek
be.
Ji bo çareserkirina vê rewşê, Graham niyeta xwe ya
pêşkêşkirina qanûnek nû vê hefteyê ragihand û diyar kir ku "Qanûna
Rizgarkirina Kurdan" armanc dike ku cezayên giran li ser her hikûmet an
komeke ku di kiryarên dijminane yên li dijî gelê Kurd de beşdar e ferz bike.
Graham tekez kir ku pirojeyasa ji bo bihêz û bibandor be
hatiye çêkirin, û baweriya xwe ya wergirtina piştgiriyek bihêz a du-alî (Komarî,
Demokratî) li Kongresê anî ziman.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

