Zêdetirî 170 hezar kes ji ber êrîşên hikûmeta Sûriyeyê koçber bûne

Kurdistan 10:29 AM - 2026-01-28
Rojava PUKMEDIA

Rojava

Rojavayê Kurdistanê

Ofîsa Neteweyên Yekbûyî bo Hevrêzkirina Karûbarên Mirovî OCHA tekez kir ku ji 6 Kanûna duyem 2026 ve ji ber êrîşên komên bi ser hikûmeta Sûriyê 170 hezar kes ji Heleb û Hesekê û Reqyê hatine koçber kirin.

OCHA piştrast kir ku Neteweyên Yekbûyî û hevkarên wê piştgiriya bersiva mirovî li bakurê rojhilatê Sûriyeyê berdewam dikin. Di vê çarçoveyê de, karwanek mirovî ya hevbeş a nav-ajansan duh gihîşt Qamîşlî, ku xwarin, cilên zivistanê, betanî û pêdiviyên din ên bingehîn hilgirtibû, û destnîşan kir ku di rojên pêş de dê bêtir karwan werin şandin.

Nivîsgehê ragihand ku hevkarên mirovî ji bilî dabînkirina xizmetên tenduristiyê yên veguhêz, berdewam dikin ku xwarin, nan û alîkariya drav li navendên nîştecîbûnê û stargehan belav bikin.
Heta 25ê Çile ve, zêdetirî 170,000 kesên koçber ên navxweyî hatine tomar kirin, ku li 178 civakan li 27 navçeyên di nav parêzgehên Heleb, Hesekê û Reqayê de belav bûne. 97,900 kes ketine  bajarê Qamişlo ku hejmara herî mezin a koçberan dike, û piştre 32,000 kesas li Malikiyê. Kampên New Roj, Arîşe û Serê Kaniyê ji kêmasiyên xizmetê, qerebalixiyê berdewam êş dikişînin.

PUKMEDIA 

zêdetir tamaşe bike

Dîmenek erdhejê

Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 Li Penama erdhejek bi hêz rû da

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket