Mix Media dê weşanên Cezîre,Erebiya û El Hedes ragire

Kurdistan 05:43 PM - 2026-01-27
Logoya United Mix Media PUKMEDIA

Logoya United Mix Media

Kurdistan

Kompaniya United Mix Media di daxuyaniyekê de ku ji PUKMEDIA re hatiye şandin got:Me biryar daye ku weşana her medyayek ku bi awayekî neprofesyonel û bê exlaq ji bo çewtkirina rastiyê li dijî neteweya me kar bike, were rawestandin.

Naveroka daxuyaniyê.            

Di rojên dawî de, El Cezîre, El Erebî û El Hedes di bûyerên li Rojavayê Kurdistanê de bûne platformek ji bo piştgiriya terorîst û neteweperestên Ereb li dijî gelê Kurd daku wêneyê xweşikên me yên gelê Kurd reş bikin û xirab bikin. Ew nimûneyek xweşik a jiyana hevbeş û aştiyê li cîhanê ye.

Wek erkekî neteweyî, United Mix Media nikare bibe platform û axaftvanek ji bo saziyên neteweperest û nijadperest li dijî doza rewa ya gelê Kurd, ji ber vê yekê, me biryar da bi rawestandina weşana her medyayek ku bi awayekî neprofesyonel û ne exlaqî ji bo çewtkirin rastiyê li dijî neteweya me kar bike.

Kompaniya United Mix Media di sala 2012an de hatiye damezrandin û wekî toreke neteweyî kanalên medyayê bêyî cudakariya rengan ji her malekê li Herêma Kurdistanê re diweşîne.

 PUKMEDIA 

zêdetir tamaşe bike