WHO: Rexneyên Amerîkayê ne rast in
Cîhan 09:57 AM - 2026-01-25
Ajans
WHO
Serokê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê sedemên Washingtonê yên ji bo vekişîna
ji rêxistinê red dike û rexneyên Amerîkayê jî wekî ne rast bi nav dike.
Piştî ku Washington bi fermî ji Rêxistina Tenduristiyê ya
Cîhanê vekişiya, Tedros Adhanom, Serokê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO),
di postekê de li ser X nivîsiye: Mixabin, ew sedemên ku ji bo biryara vekişîna
Amerîkayê ji Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê hatine behskirin, ne rast in.
Ev di demekê de ye ku hefteya borî Washington bi fermî ji
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê vekişiya û medyayên wî welatî ragihandin: Niha
Washington di asteke sînorkirî de ligel rêxistinê, ew jî tenê ji bo
cîbicîkirina rêkarên vekişînê ye, û ji niha û pê ve, li şûna ku di rêya
rêxistinê re bigihe welatan di warê tenduristiyê de, dê rasterast ligel welatên
cîhanê tevlîbûnê bike.
Ev salek e piştî destbikarbûna wî wekî serokê Amerîkayê,
çendîn caran Donald Trump behsa wê yekê kiriye ku ji ber gendelî û şikesta
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê di rûbirûbûna vîrûsa koronayê de, ji Rêxistina
Tenduristiyê ya Cîhanê vedikişin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

