Şanda Yekîtî: Divê pêşîniya hikûmeta dahatû çareserkirina pirsgirêkan be

Îraq 03:34 PM - 2026-01-24
Qubad Talebanî û Mihemed Şeya Sûdanî PUKMEDIA

Qubad Talebanî û Mihemed Şeya Sûdanî

Qubad Talebanî Bexdad

Şandeyeke payebilind a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), bi serokatiya Qubad Talebanî û endamtiya her yek ji Derbaz KosretResûl û Xalid Şiwanî, îro Şemiyê 24/1/2026 gihîşt Bexdada paytext. Şandeyê di qonaxa yekem a serdana xwe de bi Mihemed Şeya Sûdanî, Serokê Hevpeymaniya Avakirin û Geşepêdanê re civiya.

Di civînê de, li ser pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê peguherîna nerînan hat kirin. Şandeya Yekîtiya Niştimanî dubare kir ku pêwîst e hikûmeteke bihêz û çalak were avakirin ku bibe cihê razîbûna hemû alî û pêkhateyên Îraqê, û kar bike bo cîbicîkirina destûrê, geşepêdana aboriya Îraqê û baştirkirina xizmetguzariyan.
Şandeyê zelal kir ku Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê tekez dike ku divê pêşîniya hikûmeta dahatû ya Îraqê çareserkirina pirsgirêkên navbera Herêm û Bexdayê be li gorî bendên destûrê.

PUKMEDIA 

zêdetir tamaşe bike