Rêberê Elewiyan ê Sûriyê: Destbest nemînin piştgiriyê bidin birayên Kurd
Cîhan 04:01 PM - 2026-01-22
PUKMEDIA
Şêxê Elawiyan
Şêx Gezal Gezal, Serokê Encûmena Bilind a Îslamî ya Elewiyan li Sûriyê, di
peyamekê de daxwaz ji Elewiyên Sûriyê û cîhanê dike ku destebest nebin û
piştgiriya birayên Kurd bikin. Her wiha tekez dike ku bi êrîşa ser Kurdan,
dawiya me jî tê û Sûriye ji bo her kesî dibe tirsunek.
Şêx Gezal Gezal di peyama xwe de bal kişandiye ser wê yekê
ku: Şerê komkujkirina Kurdan ji aliyê çekdarên hikûmeta Sûriyê ve karesatbar e,
rûdanên karesatbar ên herêmên peravê û Siweydayê yên li dijî Dûrziyên me bi
bîra me dixe.
Her di peyama xwe de daxwaz ji Elewiyên li Sûriyê û hemû
cîhanê dike ku li hember tiştê li dijî Kurdan tê meşandin bêdeng nemînin, çunke
heger xwedê neke hêzên Sûriyê bi ser bikevin, wê demê dawiya me jî li ser destê
wan dibe.
Rêberê Elewiyan zelal jî kiriye: Bi serkeftina komên çekdar,
tu rûmet û hurmet ji bo Elewiyan namîne û çarenivîsa ciwanên me wê ne diyar be
û em ê bi temamî lawaz bibin. Bi vê yekê jî Sûriye ji bo pêkhateyên wî welatî
dibe kabûs.
Di dawiyê de jî, rêberê Elewiyan tekez kiriye ku divê her
kes kiryarên komên çekdar red bike û bi xwepêşandanên aştiyane piştgirî bidin
birayên Kurd. Wek ku berê û niha jî dibêjim, daxwaza me federalî ye.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

