Kobanê di bin dorpêçê de ye... Metirsiya komkujiyên û karesateke mirovî heye
Kurdistan 11:04 AM - 2026-01-22
PUKMEDIA
Kobanê
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR)ragihand ku bajarê Kobanê li Rojavayê Kurdistanê di bin dorpêçeke dijwar
de ye û şervanên hikûmeta Sûriyê ji her alî ve êrîşî bajêr dikin, jiyana bi deh
hezaran sivîlan dixe metirsiyê.
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand: Bajarê
Kobanê ji aliyê çekdaran ve di bin dorpêçê de ye û înternêt û ragihandin bi
tevahî li bajêr qut bûne, ku ev yek metirsiya qirkirinê zêde dike, ku ji ber
nebûna înternetê tomar kirina binpêkirinan dijwar dike.Amaje bi wê jî kir ku Rewşa
mirovî bi lez xirab dibe, Ji ber kêmbûna xwarin û pêdiviyên bijîşkî, ji
destpêka şer ve elektrîk û av qut bûne.
Sivîlên li Kobanê bang li aliyên peywendîdar û rêxistinên
navneteweyî dikin ku tavilê mudaxele bikin da ku êrîşan rawestînin, peymana
agirbestê bicîh bînin û parastineke rastîn ji bo sivîlan peyda bikin berî ku
pir dereng be.
Di dawiyê de, Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê hişyarî dide
encamên mirovî yên van pêşketinan û bang li hemî aliyan dike ku tavilê xizmetên
bingehîn vegerînin û sivîlan ji her pevçûnê biparêzin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

