Mersuma komarî ya derbarê Kurdan mafên wan ên siyasî û neteweyî nahewîne
Kurdistan 11:10 PM - 2026-01-16
Ajans
nexşeya Sûriyê
Piştî zextên navneteweyî û krîzên ku Hikûmeta Demkî ya
Sûriyeyê pê re rû bi rû maye, nemaze piştî bûyer û êrîşên ku wê li dijî taxên
Kurdan ên li Helebê dest pê kirin, serokê Sûriyeyê mersumeke serokatiyê ya
derbarê welatiyên Kurd ên li Sûriyeyê de derxist.
Mersum behsa mafên çandî û perwerdeyî yên Kurdan dike, lê
behsa mafên wan ên siyasî û neteweyî nake, ku di nav mafên herî girîng de ne ku
Kurdên li Sûriyeyê demek dirêj e ji bo wan têdikoşin. Hîn nayê zanîn ka
Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê dê bendên vê fermanê bicîh bîne, an jî ew ê tenê wek
buyeke li ser kaxezê bimîne.
Nivîsa mersumê wiha
ye:
Bendê 1: Welatiyên Kurd ên Sûriyê beşek yekgirtî û bingehîn
a gelê Sûriyê ne, û nasnameya wan a çandî û zimanî beşek ji nasnameya neteweyî
ya yekgirtî û cihêreng a Sûriyê ye.
Bendê 2: Dewlet pabende ku cihêrengiya çandî û zimanî
biparêze û mafê welatiyên Kurd ên parastina mîrat û hunerên xwe û pêşxistina
zimanê xwe yê dayikê di çarçoveya serweriya neteweyî de garantî dike.
Bendê 3: Zimanê Kurdî zimanekî neteweyî ye û dikare li
dibistanên giştî û taybet ên li deverên ku Kurd rêjeyek girîng a nifûsê pêk
tînin, wekî beşek ji bernameya bijartî an jî wekî çalakiyek çandî ya perwerdeyî
were xwendin.
Bendê (4): Hemû qanûn û tedbîrên îstîsnayî yên ku ji
serjimêriya sala 1962an li Parêzgeha Hesekê derketine holê, were betalkirin.
Hemwelatîbûna Sûriyeyê ji hemû welatiyên bi eslê xwe Kurd ên li Sûriyeyê dijîn,
tevî yên ku jidayikbûna wan nehatiye tomarkirin, bi wekheviya tevahî di maf û
erkên xwe de tê dayîn.
Bendê (5): Newroz (21ê Adarê) li seranserê Komara Erebî ya
Sûriyeyê wekî cejneke giştî tê hesbandin.
Bendê (6): Saziyên dewletê û saziyên perwerdehiyê bi
gotareke neteweyî ya berfireh pabend bin. Her cudakarî an jî dûrxistin li ser
bingeha netewe , ol an ziman bi qanûnê qedexe ye, û her kesê ku nakokiyan teşwîq
bike, dê li gorî qanûnê cezakirin.
Bendê (7): Wezaret û rayedarên têkildar dê rêziknameyên
pêkanînê yên pêwîst ji bo sepandina bendên vê fermanê, her yek di nav
desthilata xwe de, derxin.
Bendê (8): Ev mersum dê di Rojnameya Fermî de
were weşandin û dê di roja derxistina wê de bikeve ware cîbicî kirinê.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

