Dahata hefteyekê ya Silêmaniyê zêdeyî 3 Milyar Dînar e

Kurdistan 09:22 AM - 2026-01-09
Daşburda Şefafiyetê PUKMEDIA

Daşburda Şefafiyetê

Şefafiyet

Dahata Silêmaniyê ji 3ê Çileya 2026an heta 9ê Çileya 2026an 3 milyar û 217 milyon û 915 hezar û 309 dînar bûye.

Malpera şefafiyet ya ji bo çavdêrîkirin û rêxistinkirina dahatên ne neftê ya Silêmanî, Helebce û her du rêveberiyên Raperîn û Germiyanê dahata heftane ragihand ku  3 milyar û 217 milyon û 915 hezar û 309 dînar bûye. bi awayekî 80% ji dahatê bi awayê next e û  20% bi awayê çek e.

Di 15-12-2022an de, piştî 30 salan, Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serpereştiya birêz Qubad Talebanî bû xwediyê projeya şefafiyeta dahat û xerciyan.

Niha hûn dikarin rojane hemû dahatên Silêmanî, Helebce û her du rêveberiyên xweser yên Germiyan û Raperînê yên ji ne neftê ji malpera şefafiyetê bizanibin. Li gor nuhtirîn amarên malpera Şefafiyetê www.shafafiat.com biryare hemû rojê dahatên wan şûnan her roj bên weşandin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike