Êrîşên li Helebê berdewam dikin, hejmara qurbaniyan zêde dibin

Kurdistan 11:04 AM - 2026-01-07
Heleb PUKMEDIA

Heleb

Sûriyê

Ev du rojin dîsa li bajarê Helebê şer û pevçûn dest pê kiriye, girûpên ser bi hikûmeta demkî ya Sûriyeyê (Emşat, Hemzat, Sultan Murad û Nûredîn Zengî) êrîşên xwe bo ser taxa Eşrefiyê û Şêx Meqsûd ji sibeha îro ve zêdetir kirine.

Ev kom bi hovane bi top û hawinan êrîşê deverên ku xelkê sivl lêne dikin, ku heta niha bûne sedem ku qurbanî bikevin, 7 şehîd û 49 birîndar, ku di nav xelkê de tirs û ne aramî belav kiriye û jiyana sivîlan xistiye metirsiyê.
Amaje bi wê yekê jî tê kirin ku ev kom û grûp tenê armanc dikin ku ewlehiya deverê têk bibin, lê li hemberê Hêzên Ewlekariya Navxweyî mafê xwe yê rewa di xweparastinê de bikar tînin û bersiva wan êrîşên bi tank û topan didin, û ziyan gihandin wan û alavên ku bikartînin.

Li gor ragihandina çavkaniyên ji Helebê, ji ber êrîşê gelek ziyan gihîştiye can û mal û milkên welatiyan, her weha mizgeft û dezgehên xizmetguzariyê û binesaziyê, ji aliyê xwe ve Hêzan pabendbûna erkê xwe di parastina jiyana welatiyan heta peydakirin û sepandina ewlehî û aramiyê, piştrast kirin.
Heta niha êrî û şer ş pevçûn di navbera herdu aliyan de berdewam dike, Ev yek gefê li karesateke mirovî ya nû li bajêr dixwe.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

Dîmenek erdhejê

Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 Li Penama erdhejek bi hêz rû da

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket