Pirtûka Xaporkirina Xaka Pîroz dê bê belav kirin
Kurdistan 03:46 PM - 2026-01-06
PUKMEDIA
Pirtûka Xaporkirina Xaka Pîroz (Wêrankirina Axên Pîroz)
Pirtûka Xaporkirina
Xaka Pîroz (Wêrankirina Axên Pîroz), cihwarên Dîrokî yên Herêmên Nêrweh û Rêkan
bo nimûne, lêkolînek ji hêla Letif Nêrwayi ve ye ji 11 beşan pêk hatiye ,ewê di
demek nêzîk de were weşandin.
Herêmên Nêrweh
û Rêkan herêmeke girîng ya (pîroz,xweser ,xweparêz) Kurdistanê ne
û wekî padîşahiya şûnwarên dîrokî, navenda olan û paytexta şikeftan li
Kurdistanê têne zanîn, di
dema 34 salên borî de, ji ber şerê di navbera artêşa Turkiyê û gerîlayên PKKê û
bombebaranên berdewam yên firokeyên Turkiyê de, 685 şûnwar dîrokî rastî
metirsiya wêranbûnê hatine.
Ji wan e,pire, şikeft, keleh, qesir,
bîr, kaniyên avê, perestgehên kevnar yên olan (Îslam, Xiristiyanî, Cihûtî,
Êzîdî û Zerdeştî) û şûnwarên din yên dîrokî li xwe digire, bi tavayî ew wêran bûne
û hatine çolkirin,û ziyanên mezin yên canî û menewî gihîştiye welatiyên herêmê
û ew dever bi temamî bûye vançeyên qedexekirî.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

