Encûmena Nûneran li ser sîstema navxwe deng dide
Îraq 12:12 PM - 2026-01-04
PUKMEDIA
Encumena Nûneran
Biryare siba Duşemê Encûmena Nûneran a Îraqê civîna xwe ya
duyemîn ya şeşemîn gera hilbijartinê li dar bixe.
Halo Cebarî, endamê parlementoyê ji fireksiyona Yekîtiya
Niştimanî ya Kurdistanê ji PUKMEDIA re got ku di civîna roja Duşemê de dê
dengdan li ser rêziknameyên navxweyî yên Encumenê hebe, destnîşan kir jî ku ji
bilî gotûbêjên giştî, dê komîteyek ji bo hilbijartina endamên komîteyên
parlementoyê, li gorî rêziknameyên navxweyî were avakirin.
Encûmena Nûneran roja Duşemê 29ê Kanûna Pêşîn a 2025an
civîna xwe ya yekem a şeşemîn gera hilbijartinê li dar xist û Heybet el-Helbûsî
bi 208 dengan wekî Serokê Encumena Nûneran a Îraqê hilbijart. Encumenê her wiha
Adnan Feyhan wekî îgirê yekem ê Serokê û Dr. Ferhad Emîn el-Etroşî wekî duyemîn
cîgirê Serok hilbijart.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

