Berdevkê Rêveberiya Xweser: Peymana 10ê Adarê dê di rojên pêş de were bicîhanîn
Cîhan 09:43 PM - 2026-01-02
PUKMEDIA
Mazlûm Ebdî û Ehmed Şera
Berdevkê Rêveberiya Xweser got ku peymana 10ê Adarê dê di
rojên pêş de were bicîhanîn û biryare Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê çavdêriya
bicîhanîna peymanê bike.
Berdevka şanda Rêveberiya Xweser Meryem Îbrahîm ji bo danûstandinê li gel Şam di daxuyaniyekê de got ku
fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî dê di nav 10 rojên pêş
de serdana Şamê bike û peymana 10ê Adarê dê di rojên pêş de were bicîhanîn.
Got jî: Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) deverên bakur û
rojhilatê Sûriyeyê diparêzin û artêşa Sûriyeyê dê nekeve wan deveran.
Rêveberiya xweser dê pabendî çareseriyek siyasî be û ji bo
ku peymana 10ê Adarê ya di navbera Ehmed Şera û Mezlûm Ebdî de serkeftî be,
bixebite.
Di heman demê de, Yasir Silêman berdevkê rêveberiyê ji bo danûstandinan bi Şamê
re, got ku peymana 10ê Adarê bi Şamê re tê plankirin ku di rojên pêş de were
bicîhanîn. Amerîka li ser daxwaza Ehmed Şeraa made ye serpereştiya cîbicîkirina
vê peymanê bike.
Fermandar Mezlûm Ebdî û serokê Sûriyeyê Ehmed Şera di roja
10/3/2025 de civiyan û peymanek îmze kirin. Ku têde Agirbest li tevahiya Sûriyeyê
hate ragihandin û mafê beşdarbûna Sûriyan di pêvajoya siyasî detêde hat garantîkirin.
Li gorî rêkeftinê kurd pêkhateyek sereke yê Sûriyê ne û mafên wan têne
misogerkirin.
Di heman demê de, saziyên sivîl û leşkerî yên li bakur û
rojhilatê Sûriyeyê dê bi rêveberiya dewleta Sûriyeyê re werin yek kirin, di nav
de hêzên HSD û deriyên sînor, balafirgeh û zeviyên petrol û gazê.
Di xaleke ndin de hatiye ku bangên ji bo parçekirinê û
gotinên nefretê têne redkirin û divê hemî alî di rewşa her gefê de piştgiriyê
bidin dewleta Sûriyeyê.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

