Ji bo agirbestê sê merc Rûsiyayê hene
Cîhan 10:45 AM - 2025-12-30
Medya
Alaya Rûsiyayê
Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergei Lavrov sê mercên agirbestê bi
Ukraynayê aşkikre kir û ragihand: Ev daxwaz bingehîn in û saziş li ser nayê
kirin.
Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergei Lavrov sê mercên nû ji bo
bidawîkirina şerê Rûsya-Ukraynayê ragihand, ya yekem ew e ku rewşa heyî ya ji
ber operasyonên welatê xwe hatî çêkirin were naskirin û daxwaza fermîkirina
naskirina Nîvgirava Qirimê û Sîvastopolê, Komara Donêtskê, Komara Luhanskê û
herêmên Zaporîjiyaa û Xêrsonê kir ku beşek ji axa Rûsyayê ne.
Derbarê mercê duyemîn de, Lavrov got: Divê li gorî qanûnê
garantiyên ewlehiyê û garantiyên ku pevçûn careke din çênebe ji Rûsyayê re
werin dayîn.
Mercê dawî yê Rûsyayê ew e ku Ukrayna tevlî ti
hevpeymaniyeke leşkerî nebe, û nebe xwedî çekê etomî, û welatên NATOyê axa wê
ji bo armancên leşkerî bikar neynin.
Şerê Ukrayna-Rûsyayê di meha Sibatê de ket sala xwe ya
pêncemîn û Rûsya ji sedî 21ê axa Ukraynayê kontrol dike, û Ukrayna jî bi mercê vegerandina
wan navçeyan amade ye ku şer rawestîne,Ji ber vê yekê, di rawestandina şerê di
navbera her du welatan de pêşketinek hindik çêbûye.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

