Îro biryar li ser posta cîgirê duyemîn ê serokê Encûmena Nûneran tê dayîn
Îraq 09:12 AM - 2025-12-30
Ragihandina Encûmena Nûnerên Îraqê
Encumena Nûneran
Parlamentoya Îraqê biryar dide ku îro civîna xwe bidomîne da
ku di gera sêyemîn a dengdanê de li ser posta cîgirê duyemîn ê serokê encûmenê
biryar bide.
Parlamentoya Îraqê îro dê ji bo biryardana li ser posta
cîgirê duyemîn civînekê li dar bixe, Ev piştî wê yekê tê ku şeva borî ne Rêbwar
Kerîm, namzedê Tevgera Halwest, û ne Şaxawan Abdulah namzedê Partî di gera
yekem û duyem a dengdanê de dengên têr bi dest bixin, ku pêwîst bû ji bo
wergirtina postê pirtirîn deng bihênin ku 166 denge û nîvê hejmara giştî ya dengên
parlementeran e, bi dest bixin.
Di gera yekê a dengdanê de Rêbwar Kerîm 153 deng û Şaxawan
Abdullah 119 deng wergirtin. Di heman demê de, di gera duyem de, Rêbwar Kerîm
156 deng û Şaxawan Abdullah 102 deng wergirtin û 22 deng nederbasdar bûn.
Rûniştina yekem a gera şeşemîn a parlamenê Îaqê bi
beşdarbûna 306 endaman pêk hat. Heybet Helbusî, namzedê Partiya Teqadum, bi destanîna
208 dengan wekî serokê parlementoya Îraqê û Ednan Feyhan, namzedê Çarçoveya
Hemahengiya Şîeyan jî, bi 177 dengan wekî cîgirê yekem ê serokê parlementoyê
hatin hilobijartin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

