Li Silêmaî û Duhokê berf dibare

Kurdistan 09:20 AM - 2025-12-25
Berf Science News Explores

Berf

Herêma Kurdistanê

Ajansa Keşnasiya Herêma Kurdistanê ragihand ku ji destpêka hafta bê de pêla berf û baranê dê çar rojan berdewam bike, û pileyên germahiyê nizim dibin, pêşbînî tê kirin ku berf li navenda Silêmanî û Duhok jî bibare.

Desteya Giştî ya Keşnasî û Erdhejê ya Herêmê di daxuyaniyekê de got ku pêla berf û baranê dê roja Şemiyê 27-12-2025 dest pê bike û heta roja Sêşemê 30-12-2025 berdewam bike.

Pêl dê bi berf û baranê li deverên sînor û çiyayî dest pê bike û bandora wê dê li deverên cûda belav bibe, barîna herî zêde dê roja Duşem û Sêşemê be tê pêşbînîkirin ku li navenda Silêmanî û Duhokê berf bibare.

Pêşbîniya hewayê hişyariya zêdebûna leza bayê, sermaya zêde û daketina germahiyê di bin sifirê de, nemaze li deverên çiyayî, dide.

Tê payîn ku pêl ji piştî nîvroya Sêşemê ve kêm bibe.

PUKMEDIA 

zêdetir tamaşe bike

Dîmenek erdhejê

Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 Li Penama erdhejek bi hêz rû da

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket