Encumena Siyasî ya Neteweyî: Li ser mekanîzmayên qedandina hilbijartina Serokê Parlamentoyê lihevkirinek hat kirin
Îraq 09:33 AM - 2025-12-24
Ragihandina Encumenê
Civîna Encumena Siyasî ya Neteweyî
Encûmena Siyasî ya Neteweyî, ku partiyên sereke yên Sunî
dihewîne, li ser mekanîzmayên ji bo hêsankirina hilbijartina Serokê
Parlamentoyê lihevkirinek ragihand.
Daxuyaniyek ji aliyê Encûmena Siyasî ya Neteweyî ve hat
weşandin û ji aliyê PUKMEDIA ve hat bidestxistin, wiha got: "Encûmena
Siyasî ya Neteweyî êvara Sêşemê 23ê Kanûna Pêşîn a 2025an, li Bexdayê li
baregeha serokê Partiya Girseyên Neteweyî Ehmed el-Cibûrî (Ebû Mazin), bi
beşdariya serokên partî û hevpeymaniyên ku di Encûmenê de cih digirin, civînek
li dar xist."
Daxuyaniyê amaje bi wê jî kir ku di civînê de gotûbêjên kûr hatin
kirin û pêşniyara çend mekanîzmayên guncaw hatin kirin ku dê hilbijartina
Serokê Parlamentoyê hêsan bikin. Li ser ku di rojên pêş de pêdeçûnê li ser
mekanîzmayan lêkolîn bikin û gotûbêjkirina wê lihev kirin û di civîna bê de
biryarek li ser wan were dayîn.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

