Buroya Siyasî: Em pabend in bi parastina mafên çandî û olî yên Êzîdiyan
Kurdistan 01:25 PM - 2025-12-19
PUKMEDIA
Logoya YNK
Buroya Siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bi boneya
cejna Êzîdiyan peyamek pîrozbahiyê araste kir û têde got: Bi vê boneyê, wekî
her car em pabendbûna xwe ya ji bo parastina berdewam a mafên çandî û olî yên
Êzîdiyan dubare dikin, ji bo ku ruhê yekîtiyê di navbera hemû civakên olî yên
li Kurdistanê de bêtir were xurtkirin.
Naveroka peyamê:
Pîrozbahiya Buroya Siyasî bo cejna Rojiyên Êzîdiyan
Em bi germî pîrozbahiyê li xwişk û birayên Êzdî dikin bi
boneya cejna rojiyan û hêvî dikin ku ew vê cejnê bi kêfxweşî derbas bikin. Bi
vê boneyê wekî her car, em pabendbûna xwe ya ji bo parastina berdewam a mafên
çandî û olî yên Êzîdiyan dubare dikin, da ku ruhê yekîtiyê di navbera hemû
civakên olî yên li Kurdistanê de bêtir were xurtkirin.
Em hêvî dikin ku ev cejin aramiya zêdetir û ji nû ve
avakirina Şingalê û bajar û gundên sînor bîne, da ku niştecihên wan ên resen ên
ku hîn jî di konan de dijîn, vegerin welatê bav û kalên xwe.
Cejna we pîroz be
Buroya Siyasî ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

