Saziya Serok Celal Talebanî û Pirtûkxaneya Nîştimanî ya Almanya yadeştnameya lihevhatinê îmze kirin

Kurdistan 11:12 AM - 2025-12-18
Îmzekirina peymana lihevhatinê bi Pirtûkxaneya Neteweyî ya Zanist û Teknolojiyê ya Alman Saziya serok Mam Celal

Îmzekirina peymana lihevhatinê bi Pirtûkxaneya Neteweyî ya Zanist û Teknolojiyê ya Alman

Saziya Serok Celal Talebanî

Saziya Serok Celal Talebanî bi Pirtûkxaneya Neteweyî ya Zanist û Teknolojiyê ya Almanî ya Zanîngeha Leibniz a Hanoverê re peymanek lihevhatinê îmze kir.

Di 15ê Kanûna Pêşîn a 2025an de, Rêjen Hesen Rêveberê Arşîvên saziya Serok Celal Talebanî, li ser navêsaziyê bi Pirtûkxaneya Neteweyî ya Zanist û Teknolojiyê ya Almanî ya Zanîngeha Leibniz a Hanoverê (TIB) re peymanek lihevhatinê îmze kir.

Ev peyman li ser bingeha xebata hevbeş a di navbera her du aliyan de di pêşvebirina pratîka arşîvkirinê, rêbazên zanistî, dabînkirina çavkaniyên zanistî û piştgiriya lêkolîneran de di xalên jêrîn de ye:

Yekem: Tiwanesazî û perwerde
Vekirina kursên taybet,work Şop, bernameyên perwerdeyê ji bo karmendên saziyan li Zanîngeha Leibniz a Hanoverê (rêveberiya arşîf û pirtûkxaneyê, platforma arşîv û endezyariyê, teknîkên dîjîtalîzekirinê, rêxistin û dabeşkirina arşîvê).

Duyem: danûstandina arşîvan
Hêsankirina danûstandina arşîfan (siyasî, çandî û zanistî) di heman demê de parastina mafên milkê her aliyekî).

Sêyemîn: piştgirîkirina lêkolîneran
Di çarçoveya qanûnên derbasdar de, alîkariya lêkolînerên li zanîngeh û navendên akademîk bikin da ku bigihîjin çavkaniyan.

PUKMEDIA 

zêdetir tamaşe bike

Dîmenek erdhejê

Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 Li Penama erdhejek bi hêz rû da

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket