Mezlûm Ebdî: Hikûmeta Dîmeşqê Sîstema Ne Navendî pesend dike
Kurdistan 03:06 PM - 2025-12-17
Xeber 24
Mezlûm Ebdî Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriye Demokratîk
Fermandarê
Giştî yê Hêzên Sûriye Demokratîk, Mezlûm Ebdî, peymanek bi desthilata veguhêz ya
Sûriyê re eşkere kir ku têde tevlîbûna hêzên wan di nava Artêşa Sûriyê de û pesendkirina
prensîba ne navendîbûnê di rêveberiyê de diyar dike, ku guhertinek girîng di
pêvajoya siyasî ya Sûriyê de nîşan dide.
Ebdî di hevpeyvînek televîzyonê de aşkere kir ku peymana ku di civînên li
Dîmeşeqê de hatine bidestxistin, li ser sê teweran sereke hatiye avakirin:
- Tevlîbûma leşkerî: Hêzên Sûriye ya Demokratîk û Hêzên Ewlekariya Navxwe
dê tevlî Wezareta Parastinê ya Sûriyê bibin, di heman demê de pêgeha xwe û
ezmûna xwe ya şer jî biparêzin.
- Pesendkirina Sîstema Ne navendîbûnê: Pesendkirina sîstemeke ne navendî
ya hikûmetê, bi destpêkirina nirxandina destûra bingehîn ya Sûriyeyê da ku ev
prensîb tê de cih bigire.
- Agirbesteke berfireh: Cî bi cî kirina agirbestekê li hemû eniyan li
gorî Peymana 10ê Adarê.
Her weha Ebdî
atmosfera li Şamê wekî "erênî" bi nav kir, û tekez kir ku aliyê Sûrî
vekirîbûnek bê hempa li hemberî daxwazên Rêveberiya Xweser nîşan daye û got:Şandeke
Leşkerî dê di demek nêzîk de ji bo hûrgiliyên yekbûnê biçe Dîmeşqê, di heman
demê de şandeyeke sivîl jî dê serdana bajarên Sûriyê bike daku modêla Ne navendîbûnê
rave bike.
Ebdî, ji bo bi sed hezaran kesên koçber mizgîniyek baş da û got: Dema
vegera rêxistinkirî hatiye ya xelkê Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê û bang li
xelkê Efrîn kir ku xwe ji bo vegerê amade bikin.
Fermandarê
Giştî yê Hêzên Sûriye Demokratîk, Mezlûm Ebdî, aşkere jî kir ku, Hevpeymaniya Navdewletî
ji Hikûmeta Dîmeşqê xwestiye ku bi fermî
tevlî Hevpeymaniya Navdewletî li dijî DAIŞê bibe daku şerê li dijî terorê niştimanî
û berfirehtir bibe.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

