Îmad Ehmed:Kurd çend yekgirtî bin hêza wan dê li Bexdayê zêdetir be
Kurdistan 02:35 PM - 2025-12-17
PUKMEDIA
Îmad Ehmed,Berpirsê Mekteba Ragihandin û Hişyarî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
Îmad Ehmed, Berpirsê
Mekteba Ragihandin û Hişyarî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ragihand ku,em dixwazin
ku gelê Kurd di çarçoveya Îraqa demokratîk ya nû de li gorî destûrê ji mafên
xwe sûd werbigire û YNKê dixwaze xizmeta hemû gelê Kurdistanê li hemû herêman bê
kirin, di heman demê de,
ew her tiştî feda nake û ji bo postan şerjî nake.
Îmad Ehmed, Berpirsê
Mekteba Ragihandin û Hişyarî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) do kongreyek
e rojnamevaniyê de bi boneya Roja Alayê li xelkê Kurdistanê pîroz kir û
ragihand ku,divê em vê
rojê bikin roja yekhelwestî û xizmetkirina gelê Kurdistanê û roja çareserkirina
her pirsgirêkek li Herêma Kurdistanê û werin em wê bikin roja têkoşîna
xwe ji bo mafên rewa yên gelê xwe û di çarçoveya Îraqek e demokratîk û destûrê
de, em li Başûrê Kurdistanê bi mafên şad bibin.
Her weha aşkere kir ku, YNK li ser rêbaza xwe û rêbaza jiyana hevbeş e
û em ji bo postan şer nakin û emê her
tiştî nekin qurbanî û tiştê girîng li cem me ev herêm bi Bexdayê re di aştiyê
de be û em dixwazin karekî bikin ku ji bo gelê me be.
Her weha
amaje bi wê yekê kir ku her ku çiwas Kurd zêdetir yekgirtî bin, ew qas zêdetir
hêz li Bexdayê heye û ji serdema Serok Mam Celal ve me gelek girîngî
daye hebûna Kurdan li Bexdayê, ji ber ku bi peywendiyên baş yên bi Bexdayê
re, em dikarin gelek pirsgirêkan çareser bikin û gelek destkeftiyan ji bo
miletê xwe misoger bikin.
Her weha
behsa wê yekê kir ku YNK hêzek bilind e li Kurdistanê û xwedanê dîrokekê ye û
gelek şehîdên wê hene û mafên gel û xizmetkirina gel ji bo me girîng e ku divê
hemû beşên cuda yên Kurdistanê bi awayekî wekhev xizmetê ji hemû pêkhateyên
gelê Kurdistanê re bê kirin.
Îmad Ehmed
got: Çi dabeşbûnek dê xizmeta miletê me
neke û dê dilê dostên me jî kêfxweş neke, lê dê dilê dijminên me xweş bike.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

