Li zanîngeheke Amerîkayê 2 kes hatin kuştin û 8 kes jî birîndar bûn
Cîhan 09:18 AM - 2025-12-14
PUKMEDIA
Cihê bûyera Amarîkayê
Di bûyereke teqekirinê de li avahiya Zanîngeha Brown a li
Rhode Island a Amerîkayê , çekdarekî gule reşandin, di encama gulebaranê de 2
kes hatin kuştin û 8 kes jî bi giranî birîndar bûn.
Ajansa nûçeyan Associated Press ragihand: Êriş duh di
hundirê avahiya "Baros û Holly" a beşên endazyariyê û fîzîkê pêk hat
ku biryar bû azmûn lê hatiban lidarxistin, ku êrîşker cilên reş lixwe kiribû,
rayedaran derdora avahiyê girtin girtin û tedbîrên ewlehiyê zêdetir kirin.
Cîgirê rêveberê polîsan Timothy O'Hara anî ziman ku wan hemû
çavkaniyên ewlehiyê ji bo şopandina gumanbar seferber kirine û ji her kesî
xwest ku nêzî cihê êrişê nebin. Ji aliyeke din ve şaredarê bajarê Providence
Brett Smiley di civîneke çapemeniyê de piştrast kir ku di êrişê de 2 kes hatine
kuştin û 8 kes jî birîndar bûne.êrîşker ne hate girtin.
Serokê DYA’yê Donald Trump bi rêya Truth Social ragihand ku
ew ji bûyerê hatiye agahdarkirin û got, endamên Nivîsgeha Lêkolînan a Federal
(FBI) li cihê êrişê ne.Û got: Niha em tenê dikarin ji bo qurbaniyan dua bikin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

